1994 – Kuştineke faîlê wê nediyar pêkhat. Li Batmanê di encama êrîşeke çekdarî de Şerîf Gezer ê 18 salî û Suleyman Yigit ê 17 salî jiyana xwe ji dest dan.
2002 – Partiya Karkerên Kurdistan PKK, 8emîn kongreya xwe li darxist û navê xwe weke Kongreya Azadî û Demokrasiya KurdistanKADEK guhert. Encamên kongreyê di 16'ê nîsanê de li paytexta BelçîkaBrukselê bi civîneke çapemeniyê ji rayagiştî re hatin eşkerekirin.
1968 – Yek ji serokên têkoşîna bê fermaniya sîvîl û mafên mirovan Martin Luther King di 39 saliya xwe de li Memphisê hate kuştin. Luther, li Amerîkayê serokatiya tevgera ku mafên welatiyan diparast, dikir. Martin Luther King bi merasîmeke ku 150 hezar kes beşdar bûbûn, hate definkirin.