Qelaşînk an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî masîgiran e. Du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn ta niha:
Coracias garrulus semenowi
Coracias garrulous garrulus
Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29–32 cm de ye û tevî baskan dirêjiya wî di navbera 52–58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr di navbera 127 – 160 graman de û yê mê di navbera 130 – 154 graman de ye. Rengê wî şîn û rengê paşiya wî pirteqalî-qeheweyî ye.
Hinek komên qelaşînkan bi riya Hindistanê ber bi aliyê Afrîkayê ve koçber dibin. Qelaşînk li balafirekî dehimî bû gor ku hatibû tomarkirin jor deryaya Erebistanê. Qelaşînk li ser daran, dîreg an têlan dilîse. Dengê wî wekî qirikan e ku sext e. Qelaşînk li xijendeyên biçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan digere û dixwe. Qelaşînk nêzî şeş hêkan dike. Binecureyê qelaşînkê (C. g. garrulous) li bakur-rojavayê Afrîkayê, başûr-rojava û başûr-navîna Ewropayê, Asyaya biçûk (Tirkiye û Bakurê Kurdistanê) ta bakur-rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûr-rojavayê Sîbîryayê li Rûsyayê belav dibe. (dûmahîk…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.