Balafir
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Balafir an jî firoke yek ji alavên girîng ên firînê yên bi sîstema aerodînamîkê difirin e. Pirranî ji bo raguheztina rêwiyan û şêr tên bikaranîn. Hêza xwe ya rakirinê, li hewa girtinê ji baskên xwe digire. Ya ku balafiran ji babirok, zeplîn û yên din vediqetîne ev e.
Ramana firînê gelek kevn e li cem mirovan. Bi hezaran salan mirovan xwastin alaveke firînê biafirînin. Ev fikra wan di sedsala 20emîn de bicih hat. Bi angaştên Newton û xebatên Birayên Wright frokeyên pêşîn hatin çêkirin. Îro gelek cureyên balafiran hene. Rojbiroj teknîk û hêza wan bipêştir dibe.
Hin komên balafiran[biguherîne]
- A) Balafirên ji bo karên sîvîl tên bikaranîn
Gelek cureyên wan hene. Yên bi yek bask, du bask an ên motorên jet bikartînin, ên nayînin hwd.
- B) Balafirên ji bo karên leşkerî tên bikaranîn
- 1- Balafirên nêçîrê
- 2- Balafirên bombebaranê
- 3- Balafirên veguheztinê
- 4- Balafirên sîxuriyê
- 5- Balafirên bêî pîlot
- 6- Balafirên bo karên taybet û xwedî teknîkên taybet
- 7- Balafirên pêşopandinê
- 8- Balafirên dafikî