Destpêk

Ji Wîkîferheng
Wîkîferheng, ferhenga azad

Di ferhenga kurmancî de niha 957.510 peyv hene. Ferheng bi kurmancî û zêdeyî 3848 zimanên din e.

Binêre: Hemû gotarHemû zimanPeyvên kurmancîFerhengok

a A b B c C ç Ç d D e E ê Ê f F g G h H i I î Î j J k K l L m M n N o O p P q Q r R s S ş Ş t T u U û Û v V w W x X y Y z Z · ێ ی ۆ و ه ن م ل گ ک ق ڤ ف ش س ژ ز ر د خ ح چ ج ت پ ب ئا

 
Peyva hefteyê Hefte 1biguhêre
Peyv: berf
berf
Kat. rêzimanî: navdêr,
Xwendin:  IPA(kilîd): /bɜɾf/
Deng: Deng (Amed)
Kîtekirin: berf
Wate:
  1. Ava qerisî ya wek tozeke spî ji esmanan dibare,
    (dema ku gelek dibare, erdê spî dike; paşî dema ku hewa germ dibe, ew dihele)
    berf barîn, berf hatin, berf helîn, berf lê kirin, berf malîn, berf veçopirîn.
    • Di esasê xwe de, navbera we û baranê, berfê xweş bû. Ew hewqas bê aman, hewqas xedar nebûn li hemberê we. Di şevên sar ên zivistanan de, baranê delal delal xwe berdida jêr. Weke, ew bireqise. Îcar dema berfê, bi bedewiya keçikeke hêjdesalî, xwe berdida û bajar û hawîrdora bajêr dixemiland, zarokên bajêr dilşa dibûn. Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)
    • Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya. — (Li Diyarbekirê berfa yekemîn bariya, K24, 2016)
    • Li Stockholma xopan zivistan e, di pacê ra li hewşê dinêrim, berfeke hûr hûr dibare, her der spî boz bûye. — (Piştî zivistanê buhar tê..., Zinarê Xamo, 2016)
Ji gencîneya me
Projeyeke Wikimediayê
Projeyeke Wikimediayê
Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad a serxetê ye. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, biyanî - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara rûpelên wê 957.510 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên ku tên zanîn e. Mebesta me ne tenê wateya peyvan e, bi wateya peyvan re rêziman, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevwate, peyvên nêzik, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku têgihiştin hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpelê vê ferhengê de ji qismê jor dikarî vebijêrêkên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe (bêyî qeydbûnê) dikarin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji beşa Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê

Pirzimanî

kurmancî · îngilîzî · almanî · fransî · erebî · tirkî · farisî · fînî · holendî · swêdî · Hemû ziman

Soranî - Kurmancî

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Alîkarî

Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene.   Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê,   soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latîn tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin (dûmahîk…)