Nîl yan jî Çemê Nilê çemê duyemîn a herî dirêj a cîhanê ye ku dirêjiya seranserê çemê 6 hezar û 650î kîlomêtre ye. Çem ji başûr ber bi bakur ve diherike û sê milên wî yê bi navên Nîla Spî, Nîla Şîn û Atbera heye. Nîl, çemê herî dirêj ê Parzemîna Afrîkayê ye û di dîrokê de wekî çemê herî dirêj ê cîhanê tê hesabkirin. Her çend ev ji hêla lêkolînê ve bi nakokî be jî tê pêşbînîkirin ku Çemê Amazonê hinek ji Nîlê dirêjtir e. Çemê Nîlê bi pîvana metrekup a ku salane diherike, di nav çemên herî mezin ên cîhanê de çema herî kême ku diherike. Dirêjahiya çem 6.650 kîlomêtre ye di nav erdê yanzdeh welatên wekî Tanzanya, Uganda, Rwanda, Burundi, Komara Demokratîk a Kongo, Kenya, Etiyopya, Erître, Sûdana Başûr, Komara Sûdan û Misir ve derbas dibe. Yek ji çavkaniyên Nîlê ya herî dûr, li Herêma Golên Afrîkaya Rojhilat a li Bûrûndiyê ye û bi navê Nîla Kagera dest pê dike.
(zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.