Destpêk

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê
Wîkîferheng, ferhenga azad

Di ferhenga kurdî de niha 740.268 peyv hene. Ferheng bi kurdî û zêdeyî 592 zimanên din e.

Binêre: Hemû gotarHemû zimanPeyvên kurdîFerhengok

a A b B c C ç Ç d D e E ê Ê f F g G h H i I î Î j J k K l L m M n N o O p P q Q r R s S ş Ş t T u U û Û v V w W x X y Y z Z · ێ ی ۆ و ه ن م ل گ ک ق ڤ ف ش س ژ ز ر د خ ح چ ج ت پ ب ئا

 
Peyva hefteyê Hefte 11biguhêre
Peyv: rûniştin
Zarokek ser sendeliyê rûniştiye (Fransa, 1859-1910) (1)
Kat. rêzimanî: lêkera pêkhatî, negerguhêz (TEWANDIN)
navdêr,
Xwendin: IPA(kilîd): /ruːnɪʃˈtɪn/
Kîtekirin: rû·niş·tin
Wate:
  1. Li ser qalçeyên xwe bi cih bûn.
    Rûniştin ser kursiyê.
  2. Li derekê jîn anku mal hebûn.
    Ew niha li Ewropayê rûdine.
  3. Tebitîn, vehewîn, sekinîn, arimîn, hêwirîn, hedirîn.
    Kesek pirr şûm û şiloq e û gavekê jî rûnane.
  4. Betal bûn.
    Sibê ta êvarê rûniştî ye.
  5. Endam bûn
    Ew 12 sal di perlemanê de rûniştiye.
  6. Bi fermî yan formalî hev dîtin.
    Endamên polîtbîroya PDKê û ya YNKê îro li Selahedînê li hev rûniştin.
  7. cihê xwe girtin, bi cih bûn
    Kurmanciya rûniştî. (kurmanciya standard)
Ji gencîneya me
Projeyeke Wikimediayê
Projeyeke Wikimediayê
Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad a serxetê ye. Wîkîferheng, ferhengeke kurdî - kurdî, biyanî - kurdî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurdî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara rûpelên wê 740.268 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên ku tên zanîn e. Mebesta me ne tenê wateya peyvan e, bi wateya peyvan re rêziman, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevwate, peyvên nêzik, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku têgihiştin hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurdî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpelê vê ferhengê de ji qismê jor dikarî vebijêrêkên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe (bêyî qeydbûnê) dikarin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji beşa Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê

Pirzimanî

kurdî · inglîzî · almanî · fransî · erebî · tirkî · farisî · fînî · holendî · swêdî · Hemû ziman

Soranî - Kurmancî

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Alîkarî