Çiyayên Pamîrê yan jî Zincîreçiyayên Pamîrê, zîncîreçiyayeke di navbera herêmên Asyaya Navîn, Asya Başûr û Asyaya Rojhilat de ye. Pamîr di navberên sîstemên rêzeçiyayên din ên girîng wekî Tian Şan, Qerekoram, Kunlun, Hindokûş û Rêzeçiyayên Himalaya yê de ye. Li beşa rojhilat a girseyê bi qasî pêncî cihên ji serdema kevirî hatine kifşkirin. Ji 10 hezarî zêdetir petroglîf û pîktogram hatine tespîtkirin ku di esasê xwe de sembolên dînî û heywanan û helbestên ku hinek ji wan diroka wan heta paleolîtîka jorîn diçe hatine dîtin. Şopên komirê yên ji maleke mirovan a li Pamîrê bi rengekî zanistî heta 9500 sal berê diçe. Li şikefteke li başûrê Murghabê, ku ji asta deryayê bi bilindahiya 4000 metreyî ye, nûnertiyên parietal ên neolîtîkê hene ku weke bilindtirîn ên cîhanê tên qebûlkirin. Lê belê, berevajî li çiyayên Tianê, ji wê serdemê ve ti amûr nehatiye dîtin.
(zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1999 – Gerîlayên kurd ên bi navê kod Ekrem Hazan, Milîtan, Firat, Îzzet, Cengiz, Laşer û Serdar li Golavê, gerîlayên bi navê kod Kendal Amed, Bager, Tayip Tolhildan, Aslan Rojhilat û Palû di navbera Sason û Golakê ya ser bi bajarê Amedê, her wiha gerîlayê bi navê kod Welat li herêma Mêrdînê di encama şerên bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest dan.