Kawayê Hesinkar yan jî Kawayê Hesinger kesê sereke yê mîtolojiya Newrozê ye. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinkar, li dijî serdarê zordestDehaq serî hil dide û piştî ku Dehaq têk dibe, agirekî mezin ku ji her çar aliyê bajêr ve tê dîtin, dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastî 21'ê adarê tê û navê wê Newroz (Roja Nû) e. Li Kurdistanê her sal di 21ê adarê de tê pîrozkirin. Bi efsaneya Kawayê Hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye.
(zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1925 – Li Amerîkayê di encama bablîsok û bagerê de 900 kes mirin.
1948 – Wezîrê karê derve yên welatên Belçîka, Fransa, Holenda, Îngilistan û Lûksembûrgê beymana Brûkselê mohr kirin. Peymana di navbera van dewletan de tevî hevkariya civakî û çandî de parastineke kolektîf ya bi 50 sal muhdet pêş didît.
1959 – Yekem filîma dahênerê ekola Pêlên Nûyê ya frensî, derhêner Jean Luc Godard "Evîndarên Serserî" li Fransayê hate nîşandan. Di wan salan de, di nava vê ekolê de ev filîm girîngttirîn nimune ye.
1963 – Li Baliyê çiyayê Agung ê volkanîk teqiya, di encamê de 11.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
1994 – Li navenda bajarê Amedê karkerê TEK´ê yê binavê Mehmet Kadrî di encama êrîşeke çekdarî de bi awayekî faîlê wî ne diyar hate kuştin.
2004 – Li Kosovayê albanan êrîşî serban kir. Di encamê de 16 serb û 11 alban mirin. Herwiha 100 serb û 300 alban jî brîndar bûn.