Gola Ûrmiyeyê, Gola Ûrmiyê yan jî Deryaçeya Ûrmiyê, goleke xwê ya îndorhek (gola qada dorpêçkirî) e ku dikeve aliyê rojhilata bajarê Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê. Gola Ûrmiyê di navbera erdê herêma Rojhilata Kurdistanê û Îranê de ye ku beşek ji rojavayê golê di nav erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê de ye. Gola Ûrmiyê di asta xwe ya herî mezin de gola herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşemîn mezintirîn gola ava şor a mezinê cihanê ye. Ruava Gola Ûrmiye nêzîkê 5.200 km² ye dirêjahiya golê 140 km û firehiya 55 km û asta herî kûr a Gola Ûrmiye 16e mêtre ye. Gola Ûrmiye di dawiya sala 2017an de ji ber hişkesaliya giştî ya domdarê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê, ji 10% ji mezinahiya xwe ya berê (û 1/60 ji qebareya avê di sala 1998 de) winda dike. Hişkesalî di sala 2019an de şikest û Gola Ûrmiye careke din dîsa ava xwe dadigire. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.