Betaya 3em a WordPress 6.0ê niha ji bo ceribandinê li ber berdestê we ye!
Ev nermalav hîn di asta pêşdebirinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê betayê li ser malpereke ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.
Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bikaranîna guhertoya nû bikin.
Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.
Hûn dikarin vê betayê bi 3 avayan biceribînin:
1- Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin. 2- Dikarin vê betayê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re wek malperek nû saz bikin û bikarbînin(.zip). 3- Ji bo ceribandinê WP-CLI bikarbênin: wp core update –version=6.0-beta3. Ger pergala dosyayên we bi hesasîyeta herfên mezin û picûk nexebitê vê rêbazê neceribênin.
Tê payîn ku belavoka dawî di 24ê Gulana 2022an de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev Beta bi rêkûpêk were ceribandin.
Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge, em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.
Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.
Betaya 2yem a WordPress 5.9ê niha ji bo ceribandinê li ber berdestê we ye!
Ev nermalav hîn di asta pêşketinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê betayê li ser malperekw ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.
Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bikaranîna guhertoya nû bikin.
Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.
Hûn dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
1-Bi pêveka “WordPress Beta Tester”ê li ser malpereke heyî biceribînin. 2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re wek malperek nû saz bikin û bikarbînin(.zip).
Tê payîn ku belavoka dawî di 25ê meha ewil ya 2022an de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev belavok bi rêkûpêk were ceribandin.
Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge, em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.
Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.
Betaya 4an a WordPress 5.6ê niha ji bo ceribandinê berdest e!
Ev nermalav hîn di asta pêşketinê de ye, ji ber vê yekê em pêşnîyaz dikin ku hûn vê guhertoyê li ser malperek ceribandinê bixebitînin, li ser malpera xwe ya çalak neceribînin.
Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin û dest bi karanîna guhertoya nû bikin.
Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.
Win dikarin vê guhertoya ceribandinê bi 2 avayan biceribînin:
2-Dikarin Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.6 a Beta 4ê wek pelikê zipirandî dabarkin, pişt re sazkin û bikarbînin(.zip).
Tê payîn ku belavoka dawî di 8ê Kanûna Paşiyê ya sala 2020 e de bê belav kirin. Vaye hindik ma, ji ber vê yekê hewcedariya me bi alîkariya we heye da ku ev belavok bi rêkûpêk were ceribandin.
Ev demajoya ceribandinê bo başkirina WordPressê pir girînge em hevî dikin win jî divê astê de alîkariyê bidin me.
Spas ji bo hemû hevkarên me ku bi saya wan ev projê bi pêş de diçe.
Vaye hat! Ev guherto bo şerefa Billy Eckstine bi navê “Eckstine” hat binav kirin. Ev guhertoya herî dawî ya mezin a WordPressê ye bo dabarkirin û hildemandinê niha li ser paceya rêvebiriya we ye.
Bi xêr hatin WordPress 5.5ê
Bi WordPress 5.5ê malpera we di sê qadan de hêzdartir dibe:Lez, lêgerîn û ewlehî.
Lez
Bi saya taybetmendiya lazy-loadedê êdî wê nivîs, şande û pelên we bi leztir bên barkirin.
Wêne sipehîyekê didê malpera we lê hin caran ji ber wan malpera we bihêdî tê barkirin.
Di WordPress 5.5ê de wêneyên we heta li ser ekrana we xwuyanekin nayên barkirin navê vê taybetmendiyê yê teknîkî “lazy loadîng”e.
Lêgerîn
Bo nexşemalpera xwe ya nû bibêjin merheba.
Malperên WordPressê bi motorên lêgerînê re baş dixebitê.
Êdî nexşemalpera WordPress 5.5ê bi awayekî XMLê jixweber e. Nexşemalper arîkariyê dide matorên lêgerînê da pelên we yên girîng di demek kurt de bibîne.
Bi saya vê mirovên li înternetê lêgerînê dikin wê hesantir malpera we bînin û bi were têkevin têkilîyê.
Ewlehî
Hildemîna Jixweber ya Pêvek û Rûkaran
Êdî win dikarin pêvek û rûkarên xwe jixweber bihildemînin. Bo rûkar û pêvekên xwe hildemandina jixweber dikarin çalak an neçalak bikin û bi vê sayê rûkar û pêvekên xwe dikarin her tim rojane bigirin.
Hildemandina bi pelikên Zipirandî ango ZIP
Eger win bixwazin pêvek û rûkaran bi destê xwe hildemînin êdî win dikarin hesantir vê bikin tenê winê pelikê zipirandî hilbarbikin.
Bi hevkariya civatên wergerê, guhertoya WordPressê ya 5.5ê bi 46 zimanan hate wergerandin û weşandin. Sipas dikin bo komên wergera WordPressê ku bi saya wan em wilo belav dibin û her kes hez ji me dike.
Ji aliyek din divê Koma Wergera Kurdî jî bi lez û bez wergera Wordpresê biqedînê da ku qada WordPressê di nav kurdên kurmanc de geştir bibe.
Ev nivîsbar hê jî tê pêşdebirin, ji ber vê yekê li ser malpera xwe ya çalak neceribînin. Ji bo ku li ser guhertoya nû ceribandinan bikin malpereke ceribandinê ava bikin. Ji ber ku WordPress bi milyonan rûkar û pêvekan bikartînê, dibe ku hin tişt kêm mabin ji bo van jî hewcedariya me bi we heye.
Guhertoya 5.2 ya WordPressê bo şerefa navdarê hunermend û Şoreşkerê cazê Jaco bi navê wî belav bû.
Hişyariya hildemkirin an dabarkirina guhertoya nû li ser paceya rêvebiriya malperên bi wordpressê hatine avakirin êdî xwuya dike.
Bi vê guhertoyê dema tiştek çewt herê û malpera we xera bibe bo serrastkirina malpera we kare we pir hesan dibe.
Ev guherto bo xeletiyên dijwar û pirsgirêkên sazkirinê binasê û serrast bike alavên baş dihewîne.
Bibin arîkarekî baş bo xwe û muşterîyên xwe, alavên nû dema hewcedariya we bi agahiyên çêbû ji we re dibe arîkar da ku hûn agahiyên rast û dirist bi dest bixin.
Di vê guhertoyê de koma WordPressê li ser lez û ewlehiya WordPressê behtir rawestiyaye. Û di vê qadê de hildemkirinên nû li ber çavan dikevin.
Taybetiyên saxlemiyê yên di guhertoya 5.1ê de di vê guhertoyê de hatine bipêşde birin. Wekî din bo xeletiyan tespit bikin agahiyên berfireh dide.
Ev guerto behtir li ser rêveberiya malperê rawestiyayê bo çareserkirina pirskirêkên dijwar hewcedariya bi pêşdebirna re kêmtir dike.
Dema win pevekekê li malpela xwe saz bikin pergala Sexlamiya Malpelê dest bi kontrola pêvekê dike. Gelo ev pêvek bi guhertoya nû û bi kodên malpela we re li hev tê an nayê… Dema pêvek an rûkar bi guherto an kodên we re li hev newê Pergala Sexlamiya Malpelê nahêlê ev pêvek an rûkar bê çalak kirin. Bi vî hawî malpela we bi lez û ewlehiyê dewamî sexlamîya xwe dike.
Hildemkirinên Hesantirkirinê
Bo ekranên xwîner û teknolojîyên din yên alîkar hin guhertinên başkirin û hesantir kirinê hatine kirin.
Besteya
Sembolan û pişkokên nû
Bo Instagram û BuddyPressê besteyên nû yên sembolan û 13 pişkokên nû bo qada revebiriyê da ku karen rêvebiran hesan bikin hatine barkirin. Di qada rêvebiriyê de vanan bibinin û bi wan bilîzin.
Kontrola li
hev hatina pêvekan.
Dema win pevekekê li malpela xwe saz bikin wordpress dest bi kontrola pêvekê dike. Gelo ev pêvek bi guhertoya nû û bi kodên malpela we re li hev tê an nayê… Dema pêvek bi guherto an kodên we re li hev newê Pergal nahêlê ev pêvek bê çalak kirin. Bi vî hawî malpela we bi lez û ewlehiyê dewamî sexlamîya xwe dike.
Di dawîyê de bi hevkariya civatên wergerê, guhertoya WordPressê ya 5.2yê bi 34 zimanan hate wergerandin û weşandin. Sipasdikin bo komên wergera WordPressê ku bi saya wan em wilo belav dibin û her kes hez ji me dike.
Ji aliyek din divê Koma Wergera Kurdî jî bi lez û bez dest bi wergera Wordpresê bike da ku qada WordPressê geştir bibe.
Guhertoya 5.1ê ya WordPressê bi navê vokalîstê cazê Betty di 21ê sibata 2019an de hate weşandin. Êdî dikarin guhertoya nû dabarkin an jî ji malpela heyî di qada hildemkirinê de dikarin hildemkin. Hişyariya hildem kirinê êdî di paceya rêvebirîya malpelê de tê xwuyakirin.
Bi WordPress 5.0 ê edîtora nivîse ya nû hatibû danasîn û belavkirin. WordPress di guhertina 5.1ê de jî li ser baştirkirina vê edîtora nû rawestiyaye. Êdî gutenberg baştir, leztir û ewletir e.
Malpelên Saxlemtir
Di vê guhertoyê de koma WordPressê li ser lez û ewlehiya WordPressê behtir rawestiyaye. Û di vê qadê de hildemkirinên nû li ber çavan dikevin.
Dema win pevekekê li malpela xwe saz bikin pergala Sexlamiya Malpelê dest bi kontrola pêvekê dike. Gelo ev pêvek bi guhertoya nû û bi kodên malpela we re li hev tê an nayê…
Dema pêvek bi guherto an kodên we re li hev newê Pergala Sexlamiya Malpelê nahêlê ev pêvek bê çalak kirin. Bi vî hawî malpela we bi lez û ewlehiyê dewamî sexlamîya xwe dike.
Performansa Edîtora Nivîsê
Edîtora nivîsê ya bi mantiqa blokan dixebitê bi WordPress 5.0ê hatibû belav kirin. Di vê guhertoya 5.1ê de jî sexlamî û performansa vê edîtorê hatîye baştir kirin. Edî ev edîtor bi leztir dixebite û performansa wê jî li gorî berê baştir bûye.
Tê hevî kirin ku di guhertoyên nûtir de wê perfermansa wordpressê bê baştir kirin.
Di dawîyê de bi hevkariya civatên wergerê, guhertoya WordPressê ya 5.1ê bi 34 zimanan hate wergerandin û weşandin. Sipasdikin bo komên wergera WordPressê ku bi saya wan em wilo belav dibin û her kes hez ji me dike.
Ji aliyek din divê Koma Wergera Kurdî jî bi lez û bez dest bi wergera Wordpresê bike da ku qada WordPressê geştir bibe.