Fransa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
République Française
Komara Fransayê
Alaya Fransayê Nîşana Fransayê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Liberté, Égalité, Fraternité
(bi kurdî: Azadî, Wekhevî, Biratî)
Sirûda netewî: La Marseillaise
Mapadefrancia.svg
Zimanên fermî Fransî


Zimanên nefermî Alsasî, baskî, bretonî, katalanî, korsî, flemanî, frankoprovenzal, oksîtanî, zimanên din ên Oïl.
Paytext Parîs
48°51′Bk 2°21′Rh / 48.850°Bk 2.350°Rh / 48.850; 2.350
Bajarê mezin Parîs
Sîstema siyasî Komar
 - Serokomar
 - Serekwezîr
Emmanuel Macron
Jean Castex
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

675.417 km2
0,26
Gelhe
 - Giştî (2021)
 - Berbelavî

67,399,000 kes
116 kes/km2


Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .fr
Koda telefonê +33
Frankreich Relief.png

Fransa (bi fransî: France, /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, Xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/), Navê welat yê fermî Komara Fransî, welatekî Yekîtiya Ewropayê ye ku peytaxta wê Parîs e.

Dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra

Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.

Li gor texmînên 2004an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.

Herêmên Fransayê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Herêmên Fransayê

Fransa ji 26 herêman (bi fransî:région) pêk tê. Ji wan 21 li xakên Fransaya parzemînî ne, yek girava Korsîka ye, û çar jî navçeyên ser deryayî ne . Régions yên li Fransaya parzemînî jî di hundura xwe de jî gav bi gav wek département, Arrondissement, Cantone û Commune tê parve kirina perçeyên hîn biçûk.

  1. Alsace
  2. Aquitaine
  3. Auvergne
  4. Basse-Normandie
  5. Bourgogne
  6. Bretagne
  7. Centre
  8. Champagne-Ardenne
  9. Korsîka (statuya taybetî)
  10. Franche-Comté
  11. Haute-Normandie
  1. Île-de-France
  2. Languedoc-Roussillon
  3. Limousin
  4. Lorraine
  5. Midi-Pyrénées
  6. Nord-Pas de Calais
  7. Pays de la Loire
  8. Picardie
  9. Poitou-Charentes
  10. Provence-Alpes-Côte d'Azur (PACA)
  11. Rhône-Alpes

FranceRegionsNumbered.png

  • Herêmên li ser deryayê jî ev in:
23 Guadeloupe
24 Martinique
25 Guyanaya Fransî
26 Réunion

GuadeloupeMartiniqueGuayanayaRéunion

Gel û Ziman[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nifûsê Fransayê di 1ê kanûna paşîn 2008an de yên bi welatên ser deryayî ve wek 64.473.140 tê texmîn kirin.[1] Ew ji Almanyayê şunda duyem mezintir welata Yekitiyê Ewropayê ye. Ew ji sedî 13ê (% 13) YE bi tenê pêk tîne ye.

Payîna dirêjahiya jiyanê yê di Fransayê de bo mêran 76,7 sal, bo jinan jî 83,8 e.

Hin zimanên ku berê de li ser axên ko îroj Fransa li ser wiha ne:

Li bakûra Fransayê zimanekê pir bi Fransî re nêzika hev zimanê Oîl tê axaftin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]