Misira kevnare yan jî Misira kevin, bi navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê Nîl hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîl bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê watê ku wê cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin. Pêkhatin û damezirandina çanda misirî digihêje heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî bi nav û deng e di serdema berî hanedanê de (bi îngilîzî Predynastic period) destpêkir, gava ku li Misira Jorîn împeratoriyeke yekem hat damezirandin. Digel tevgerên leşkerî yên dagîrkirinê ev împeratorî her ku çû berve Deltaya Nîlê meztir bû. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin
(bêhtir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1979 – Dev-Genç ji aliyê rêvebiriya leşkerî ve bi awayekî bê dem hate girtin.
1980 – Li Culemêrgê helîkopterên tirkan gundiyên ku ji bo dirutina gîha ji sînor derbas dibûn, gullebaran kirin, di encama bûyerê de 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.