Destpêk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wêneyekî keçeke kurd ji pîrozbahiya Newrozê

Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê kurd, gelê Îranî û gelek gelên din ve her sal di roja 21ê adarê de tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve her sal li gorî bernameyên partî û saziyan, di navbera 10 û 21ê adarê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên Newrozê roja 21ê adarê bidawî dibe. Di dîroka kurdan de Newroz wekê çîroka vejînê cîh digire. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. "Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di pirtûka Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. (bêhtir...)

Soranî
Kurdiya navendî · soranî

Be xêr bên bo Wîkîpîdiya!

Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.

(ویکیپیدیای کوردیی ناوەندی (سۆرانیKurdiya navendî (soranî be latînî)

Kurdí Xwarig

Kurdiya başûrî (kirmaşanî, kelhurî, feylî, şêxbizinî)

We xêr hatine Wîkîpêdiya!

Wîkîpêdiya zanistnameyg azas ke le nawya her kes tiwanêd we zanayî xwey tiya beşdarî biked. Îwenîş fermûne îre beşdarî biken.

incubator:Wp/sdh/دەسپێکWetar we zaraway kurdî xwarig

Dimilkî

Zazakî · kirmanckî · dimilkî · kirdkî

Şima xêr ameyî!

Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno.

Wîkîpediya Zazakîyê cîya zî estaŞo pela kirmanckî

Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.

Hesabê nû çêke

Hesabekî te heye? Têkeve.

Bûyer

Nîkolay Gogol

  • 1896 – Yekem bazdana Maratonê Charilaos Vasilakos qezenç kir.
  • 1904 – Yekem car, li Amerîkayê di rojnameyekê de (Daily Illustrated Mirror), wêneyê bi reng hate weşandin.
  • 1946 – Serxwebûna Urdunê hate îlankirin.
  • 1952 – Li Frankfurtê balafireke bi tîpa KLM kete xwarê, 44 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
  • 1978 – Di berxwedana ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DİSK'ê lidar xist, 88 xwendekar û 14 karker û sendîkavanek hate girtin. Piştî destpêkirina berxwedanê bi tevlîbûna hin wezîran jî Komîteya Ewlekariyê li hev civiya.
  • 1979 – Parlemena Îsraîlê, bi Misirê re Peymana Aştiyê erê kir.
  • 1997 – Stêrkadûmdar a bi navê Hale-Bopp, di saetê de 160 kîlometir di ber dinyayê re derbas bû. Derbasbûna Stêrkadûmdar a bi çav dihate dîtin, li hemû cîhanê ji aliyê milyonan kes ve bi baldarî hate pêşwazîkirin.
  • 1999 – Weşana MED TV'yê hate rawestandin û lîsansa wê ya weşanê hate betalkirin.

Jidayîkbûn

Mirin

Îro, 22ê adara 2022an e (UTC) – nûkirin
Gundê Cuiping (Herêma Guangxi, Çîn)
Dimênek ji gundê Cuiping (Herêma Guangxi, Çîn)
Wênesaz: chensiyuan