Harry Potterrêzeromanafantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanîJ. K. Rowling ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.
Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stoneê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin. Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hate firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin. Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.
Pirtûk di destpêkê de bi zimanê îngilîzî ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li Keyaniya Yekbûyî û Scholastic Press li Dewletên Yekbûyî. Şanoya Harry Potter and the Cursed Child, li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li Londonê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hate çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta Sibata 2018an bûye sêyemîn rêzefîlma ku herî zêde dahatê dest xistiye. Di sala 2016an de, nirxa giştî ya takemafa Harry Potter wekî $25 mîlyar hatiye texmîn kirin ku bi vê jî Harry Potter dibe yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn yên hemî deman.
(dûmahîk...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1921 – Komeleya xwendekarên kurd "Hêvî" li Stembolê hat avakirin.
1953 – Şerê Koreyê ku tê de zêdetirê du milyon kesan mirin bi dawî bû. Peymana agirbestê li Panmunconê hate îmzekirin. Syngman Rhee, serokê Koreya Başûr, red dikir ku were îmzekirin lê di heman demê de soz da ku wê riayeta agirbestê bike.
1964 – Şerê Viyetnamê: Amerîka ji pênc hezarê zêdetir şêwirmendên xwe yên leşkerî şand Viyetnama Başûr. Hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Viyetnamê bi tevahî gihîşt 21,000 e.