Tirkiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Türkiye
Türkiye Cumhuriyeti
Komara Tirkiyeyê yan jî Dûgela Romê
Alaya Tirkan
(Ala)
Gotina netewî:
Egemenlik, kayıtsız şartsız Milletindir[1]
(Serdestî bêqeyd û bêşert a gel e)
Sirûda netewî: İstiklal Marşı
Sirûda Îstiqlalê
Turkey (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Tirkî


Zimanên nefermî Abazayî, abxazî, adigeyî, erebî, albanî, avarî, azerbaycanî, bosnî, pomakî, romanî, ermanî, gurcî, hamşenî, hertevînî, kabardinî, qazaxî, qirgizî, tatariya Qirimê, Zimanê kurdî, spaniya Cihûyan, lazî, osetî, ûzbêkî, pontî/pontosî - yewnaniya Trabzonê, yewnanî, suryanî, tirkmanî, uygurî [çavkanî pêwîst e]
Paytext Enqere
39°55′Bk 32°50′Rh / 39.917°Bk 32.833°Rh / 39.917; 32.833
Bajarê mezin Stembol
Sîstema siyasî Komar
 - Serekcumhûr Recep Tayyip Erdoğan
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

783.562 km2
1.3
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

79.814.871[2] kes
102 kes/km2
Serxwebûn 29'ê kewçêrê 1923
Dirav Türk Lirası (Lîraya Tirkî)
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .tr
Koda telefonê +90
Turkey map ku.svg

Tirkiye, Turkiya an jî Komara Tirkiyeyê (navê fermî bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) an jî weke ku di nav kurdan tê binavkirin Dûgela Romê an jî Romistan, welatekî Ewropayî-Asyayî ye ku li nîvgizirta Anatoliyayê li başûrê rohavaya Asyayê heta nîvgizirta Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê dikeve ye.

Tixûbên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Komara Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûriye li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyî li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêç kirin. Deryaya Marmara jî li navbera xakên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê welatekê du-parzemînî ye.

Etîmolojî[biguherîne]

Xanedaniya tirkan a ewil mavîna salên 552-744 li herêma Asyaya Navendî û Çînê bi navê xanedaniya Goktirkan (bi tirkî: Göktürk Kağanlığı) hatiye damezirandin. Navê "Türk" bi şeklê ku hiro tê bakaranîn cara yekem li ser nivîskek a di heyna Göktürkan de derbas dibe. Çîniyan di wê serdemê de navê tirkan wek Tūjué bikartînin. Dîrokvan İlber Ortaylı (bixwîne: Îlber Ortayli) li nivêsarekî xwe de diyar dike ku tucar û dîplomatên Cenevîzî û Venedîkî di sedsala 12em de Tirkiye wek Turchia û Turkmenia şayesandine. Ji bilî vê navê Tirkiye cara pêşîn di sala 1190î de di çavkaniyek nivêskî de, di weqayînameya Seferên Xaçperestan derbas dibe.[çavkanî pêwîst e] Abdulhaluk Çay diyar dike ku şayesandinê Turchia kevntir e û tebîrê Turchia cara pêşîn di sedsala 6em de di çavkaniyên Bîzansê de tê rast lê hatin û dibêje "Va tebîra di sedsalên 9em û 10em de seî qada ku di mavîna çemê Volgayê heta Ewrûpaya Navendî de dimîne hatiye bikaranîn."[çavkanî pêwîst e] Hew diyar dike ku va bikaranîna di herêma Qefqazyayê seî Kaẍantiya Hazar wek Tirkiyeya Rohhelat, seî dûgela macar bi aliyê Xanedaniya Arpadê hatiye damezirandin jî bi şeklê Tirkiyeya Rohava bûye û heman tebîr ji sedsala 12em pê ve seî Anadolyayê hatiye bikaranîn. Di tarîxê de di sedsalên 13em û 14em de Memlûkên Misrê jî navê Tirkiye bikaranîne: "ed-devlet üt Türkiya" (1250-1387)[çavkanî pêwîst e] Di Dewleta Osmanî de heta sedsala 19'emîn de navê Tirkiye nedihat bikaranîn; Navên Devlet-i Âliyye (bixwîne: Dewlet-î Alîyye), Devlet-i Osmaniye (bixwîne: Dewlet-î Osmanîye), Memalik-i Şahane (bixwîne: Memalîk-î Şahane), Diyar-ı Rum (bixwîne: Dîyar-i Rum) hatin bikaranîn. Feqet tê zanîn ku li derveyî welêt car caran li şûna Împeratoriya Osmanî navê Tirkiye hatiye bakaranîn. Xerîteyên ku di wê heynê de bi zimanên biyanî hatine çêkirin vî rewşê diyar dikin. Paşînga nav Jön Türkan şûna Osmaniye (bixwîne: Osmanîye) navên mîna Türkistan (bixwîne: Tûrkîstan), Türkeli (bixwîne: Tûrkelî), Türkili (bixwîne: Tûrkîlî) hatine pêşniyaz kirin lê ji ber ku di Asyaya Nevendî de herêmekê bi navê Türkistan heye ew yek nehatiye pejirandin. Di makezagonê de (1921) navê "Türkiye" hatiye nivêsandin û bi îlankirina cumhûriyetê di sala 1923'î de navê dewletê wek Türkiye Cumhuriyeti (bi kurdî: Komara Tirkiyeyê) misoger bû.

Dîrok[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Împeratoriya Osmanî

Berî avabûnê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Komara Tirkiyeyê li ser axa bermayiyên Osmaniyan hate damezrandin. Mîraseke mezin ya dîrokî, leşkerî, bûrokratî ji Împeratoriya Osmaniyan wergirt. Dewleta Osmaniyan piştî şerê cîhanî yê yekem ji aliyê gelek dewletên ewropayî ve hat dagirkirin. Gelek herêmên tirknişîn ketin bindestê wan dewletan.

Îlankirina Komara Tirkiyeyê (29 çiriya pêşîn 1923)[biguherîne]

Serdema yek partî (1923-1945)[biguherîne]

Di vê serdemê de tenê bi navên xwe yên guhertî Partiya Komara Gel hebû, partî û rêxistinên din hatibûn qedexekirin. Her çend li sala 1930ê Firkaya Serbest hatibe ava kirin jî, di heman salê de ji aliyê partiya desthilat hate girtin. Di vê serdemê de esasen Mustafa Kemal Atatürk û hevrêyên wî li ser avakirin û modernîzekirina dewletê ve mijûl bûn.

Serokkomar Mistefa Kemal Atatürk (29 çiriya pêşîn 1923-10 çiriya paşîn 1938)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê
Hikûmeta yekem (30 çiriya pêşîn 1923-6 çiriya paşîn 1924)[biguherîne]

Piştî hilbijartina Mustafa Kemal Atatürk bo postê serokkomariyê, hikûmeta yekem ya Tirkiyeyê jî hate avakirin. Ev erk ji İsmet İnönü re hate dayîn û bi partiya xwe Fırkaya Gel hikûmeta xwe ava kir.

Hikûmeta duyem (6 adar 1924-22 çiriya paşîn 1924)[biguherîne]

Ji ber hindek sedeman hikûmeta yekem hate betalkirin û wekî hikûmeta yekem ji aliyê İsmet İnönü ve hikûmeta duyem bi rêya Firkaya Gel hate avakirin.

Hikûmeta sêyem (22 çiriya paşîn 1924-3 adar 1925)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Ali Fethi Okyar ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hate avakirin

Hikûmeta çarem (3 adar 1925-1 çiriya paşîn 1927)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta pêncem (1 çiriya paşîn 1927-27 îlon 1930)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta şeşem (27 îlon 1930-4 gulan 1931)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta heftem (4 gulan 1931-1 adar 1935)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Firkaya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta heştem (1 adar 1935-25 çiriya pêşîn 1937)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê İsmet İnönü ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta nehem (25 çiriya pêşîn 1937-11 çiriya paşîn 1938)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Mahmut Celal Bayar û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel ve hate avakirin.

Serokkomar İsmet İnönü (11 çiriya paşîn 1938-22 gulan 1950)[biguherîne]

Piştî mirina Mustafa Kemal Atatürk, hevrêyê wî İsmet İnönü bû serokkomarê nû yê Tirkiyeyê. Heta piştî şerê cîhanî yê yekem jî ma li ser postê xwe.

Hikûmeta dehem (11 çiriya paşîn 1938-25 kanûna paşîn 1939)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Mahmut Celal Bayar ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin

Hikûmeta yanzdem (25 kanûna paşîn 1939-3 nîsan 1939)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Refik Saydam ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin

Hikûmeta danzdem (3 nîsan 1939-8 tîrmeh 1942)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Refik Saydam ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin

Hikûmeta sêzdehem (8 tîrmeh 1942-9 adar 1943)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin

Hikûmeta çardehem (9 adar 1943-7 tebaxa 1946)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin. Hikûmeta duyemîn ya Şükrü Sraçoğlu ye.

Serdema pirr partiyan (1945-...)[biguherîne]

Serokkomar İsmet İnönü (11 çiriya paşîn 1938-22 gulan 1950)[biguherîne]

Hikûmeta çardehem (9 adar 1943-7 tebaxa 1946)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Şükrü Saraçoğlu ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin. Hikûmeta duyemîn ya Şükrü Saraçoğlu ye.

Hikûmeta panzdehem (7 tebaxa 1946-10 îlon 1947)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Mehmet Recep Peker ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta şanzdehem(10 îlon 1947-10 xizîran 1948)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Hasan Saka ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta hevdehem (10 xizîran 1948-16 rêbendan 1949)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Hasan Saka ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin.

Hikûmeta hejdehem (16 rêbendan 1949-22 gulan 1950)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Şemsettin Günaltay ve û bi rêya kadroyên Partiya Komara Gel hate avakirin.

Serokkomar Celal Bayar (22 gulan 1950-27 gulan 1960)[biguherîne]

Hikûmeta nozdehem (22 gulan 1950-9 adar 1951)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hate avakirin.

Hikûmeta 20em (9 adar 1951-17 gulan 1954)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hate avakirin.

Hikûmeta 21em (17 gulan 1954-9 berfanbar 1955)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hate avakirin.

Hikûmeta 22yem (9 berfanbar 1955-25 mijdar 1957)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hate avakirin.

Hikûmeta 23yem (25 mijdar 1957-27 gulan 1960)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Adnan Menderes ve û bi rêya kadroyên Partiya Demokrat-Tirkiye hate avakirin. Bi derbeyeke leşkerî dawî li hikûmetên Adnan Menderes hat. Jixwe piştî vê rûdanê êdî di nav artêşa Tirkiyeyê de, parêzvaniyê komarê destpê dike û ev jî çend salan carekê dibe sedema derbeyên leşkerî.

Serokkomar Cemal Gürsel (27 gulan 1960-28 adar 1966)[biguherîne]

Hikûmeta 24em (30 gulan 1960-5 rêbendan 1961)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Cemal Gürsel ve hate avakirin

Hikûmeta 25em (5 rêbendan 1961-27 cotmeh 1961)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê Cemal Gürsel vê hate avakirin

Hikûmeta 26em (20 mijdar 1961-25 xizîran 1962)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP û Partiya Edaletê bi serokatiya Ismet Inonu hate avakirin

Hikûmeta 27em (25 xizîran 1962-25 berfanbar 1963)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê koalîsyona CHP û YTP bi serokatiya Ismet Inonu hate ava kirin

Hikûmeta 28em (25 berfanbar 1963-20 reşemeh 1965)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya CHP û bi serokatiya Ismet Inonu vê hate ava kirin

Hikûmeta 29em (20 reşemeh 1965-27 cotmeh 1965)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CKMP û YTP bi serokatiya Suat Hayri Urguplu hate ava kirin

Hikûmeta 30em (27 cotmeh 1965-3 mijdar 1969)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hate ava kirin


Serokkomar Cevdet Sunay (28 adar 1966-28 adar 1973)[biguherîne]

Hikûmeta 30em (27 cotmeh 1965-3 mijdar 1969)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hate ava kirin

Hikûmeta 31em (3 mijdar 1969-6 adar 1970)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hate ava kirin

Hikûmeta 32yem (6 adar 1970-26 adar 1971)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel hate ava kirin

Hikûmeta 33yem (26 adar 1971-11 berfanbar 1971)[biguherîne]

Ev hikûmet bi serokatiya Nihat Erim ve hate ava kirin

Hikûmeta 34em (11 berfanbar 1971-22 gulan 1972)[biguherîne]

Ev hikûmet bi serokatiya Nihat Erim ve hate ava kirin

Hikûmeta 35em (22 gulan 1972-15 nîsan 1973)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CHP û MGP pêk tê û bi serokatiya Ferit Melen ve hate ava kirin

Serokkomar Fahri Koruturk (6 nîsan 1973-6 nîsan 1980)[biguherîne]

Hikûmeta 35em (22 gulan 1972-15 nîsan 1973)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CHP û MGP pêk tê û bi serokatiya Ferit Melen ve hate ava kirin

Hikûmeta 36em (15 nîsan 1973-26 rêbendan 1974)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CGP û MGP pêk tê û bi serokatiya Naim Talu ve hate ava kirin

Hikûmeta 37em (26 rêbendan 1974-17 mijdar 1974)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP û MSP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hate ava kirin

Hikûmeta 38em (17 mijdar 1974-31 adar 1975)[biguherîne]

Ev hikûmet bi serokatiya Sadi Irmak ve hate ava kirin

Hikûmeta 39em (31 adar 1975-21 xizîran 1977)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, CGP, MSP û MHP pêk tê û bi serokatiya Suleyman Demirel ve hate ava kirin

Hikûmeta 40em (21 xizîran 1977-21 tîrmeh 1977)[biguherîne]

Ev hikûmet ji partiya CHP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hate ava kirin

Hikûmeta 41em (21 tîrmeh 1977-5 rêbendan 1978)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona AP, MSP û MHP pêk tê û bi serokatiya Suleyman Demirel ve hate ava kirin

Hikûmeta 42yem (5 rêbendan 1978-12 mijdar 1979)[biguherîne]

Ev hikûmet ji koalîsyona CHP, CGP û DemP pêk tê û bi serokatiya Bulent Ecevit ve hate ava kirin

Hikûmeta 43yem (12 mijdar 1979-12 îlon 1980)[biguherîne]

Ev hikûmet ji aliyê partiya AP û bi serokatiya Suleyman Demirel ve hate ava kirin

Têkiliyên derve yên Komara Tirkiyeyê[biguherîne]

Olên Tirkiyeyê[biguherîne]

Derbarê ayîna gelê Tirkiyeyê de 96,1% misilmanên (80% suni û 20% elewî) ne; 0,6% jî xiristiyan û 3,2% ateîst û agnostîk in. [3]

Gelên Tirkiyeyê[biguherîne]

Li Tirkiyeyê 70% tirk, 20% kurd, 2% çerkez, 2% bosnî, 1,5% ereb, 1% alban, 0,5% laz, 0,1% gurcî û gelek gelên din wek ermenî (hemşînî), bulgar (pomak), suryanî, çaçan, yewnan (pontî), tirkên cihû û roman[çavkanî pêwîst e].

Cografya[biguherîne]

Galerî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]