Fransa
République Française | |||||
Komara Fransayê | |||||
| |||||
Gotina netewî: Liberté, Égalité, Fraternité (bi kurdî: Azadî, Wekhevî, Biratî) | |||||
Sirûda netewî: La Marseillaise | |||||
Zimanên fermî | Fransî
| ||||
Zimanên nefermî | Alsasî, baskî, bretonî, katalanî, korsî, flemanî, frankoprovenzal, oksîtanî, zimanên din ên Oïl. | ||||
Paytext | Parîs 48°51′Bk 2°21′Rh / 48.850°Bk 2.350°Rh | ||||
Bajarê mezin | Parîs | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serokomar - Serokşalyar |
Emmanuel Macron | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
675.417 km2 0,26 | ||||
Gelhe - Giştî (2008) - Berbelavî |
64.473.140 kes 110 kes/km2
| ||||
Dirav | Ewro (EUR) | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .fr | ||||
Koda telefonê | +33 | ||||
Fransa (bi zimanê fransî: France , /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, Xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/), Navê welat yê fermî Komara Fransî, welatekî Yekîtiya Ewropayê ye ku peytaxta wê Parîs e.
Dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra
Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.
Li gor texmînên 2004an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.
Herêmên Fransayê[biguherîne]
- Gotara bingehîn: Herêmên Fransayê
Fransa ji 26 herêman (bi fransî:région) pêk tê. Ji wan 21 li xakên Fransaya parzemînî ne, yek girava Korsîka ye, û çar jî navçeyên ser deryayî ne . Régions yên li Fransaya parzemînî jî di hundura xwe de jî gav bi gav wek département, Arrondissement, Cantone û Commune tê parve kirina perçeyên hîn biçûk.
- Herêmên li ser deryayê jî ev in:
|
Gel û Ziman[biguherîne]
Nifûsê Fransayê di 1'ê rêbendanê 2008an de yên bi welatên ser deryayî ve wek 64.473.140 tê texmîn kirin. [1] Ew ji Almanyayê şunda duyem mezintir welata Yekitiyê Ewropayê ye. Ew ji sedî 13ê (% 13) YE bi tenê pêk tîne ye.
Payîna dirêjahiya jiyanê yê di Fransayê de bo mêran 76,7 sal, bo jinan jî 83,8 e.
Hin zimanên ku berê de li ser axên ko îroj Fransa li ser wiha ne:
- Baskî
- Bretonî
- Elmanî bi zaravên
- Alsasî
- Lotrîngî
- Flemenî
- Fransî
- Îtalyanî
- Korsîkî
- Yîdî
- Katalonî
- Oksîtanî
- Romanî
Li bakûra Fransayê zimanekê pir bi Fransî re nêzika hev zimanê Oîl tê axaftin.
Çavkanî[biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne]