Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (z. 1887Kela Çariyê - m. 30'ê pûşperê, 1930Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû.
Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat.
Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880'an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1979 – Dev-Genç ji aliyê rêvebiriya leşkerî ve bi awayekî bê dem hate girtin.
1980 – Li Culemêrgê helîkopterên tirkan gundiyên ku ji bo dirutina gîha ji sînor derbas dibûn, gullebaran kirin, di encama bûyerê de 10 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.