NASA

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Logotîpa NASA'yê

NASA kurteya National Aeronautics and Space Administration e, di sala 1958'an de hate damezrandin, saziya dewletî ya DYA'yê bo xebat û lêkolînên hewa û kosmosê ye.

Bingeha damezrandina vê saziyê heya sala 1915'an kevn e. Berê li ser teknîk û lêkolînên balafiran xebat dikir. Navê wê yê wê demê NACA (National Advisory Committee for Aeronautics) bû. Armanca saziyê ya dizî, afirandina çek û firokeyên şer ên nû bo artêşa DYA'yê bû. Bi destpêkirina pêşbirka lêkolîn û seferên kosmosê (valahiyê, fezayê) vê saziyê jî xebatên xwe berfirehkir.

NASA niha seferên roketan li dardixe. Ji şandina satelîtan a derê dorkaşa erdê û keşifkirina heyvê bigire heya şandina alavên keşfê bo exterên (gerstêrkên) dorkaşa rojê gelek xebatan dike. Bi milyaran dolaran diravê terxan dike. Bi hezaran xebatkarên û bi dehan laboratiwarên xwe yên nûjen, saziyeke mezin ê cîhanê ye.