“Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina kurdî li ser milê her Kurdekî dilsoz û welatparêz e, bi taybetî xwendayên me, çûnkî ziman roleke giring di jiyana her netewekî de dimîne. Zimanê me jî gelekî li paş de ye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin, hingê em qenciyê li xwe dikin..” Osman Sebrî (Kovara Pêşeng, hejmar 5/1984)
Di vê hejmara kovara The Hall Kurdî de, bi min xweş e ku em berê xwe bidin Apo Osman Sebrî û kurtiyekê ji serboriya ji xwendevanan re bînin ziman. Nexasim ku di roja 11.10.2023an de 30 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe.
Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî re derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
Gel jî, mirovên ne leheng nake leheng. Eger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre, navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok. Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hişê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane. Bêguman Apo Osman Sebrî yek ji wan lehenga ye.
Osman Sebrî evê ku di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd li Sûryayê û tevayî Kurdistanê de navekî sereke û belû ye. Wî, ji destpêka xortaniya xwe ve û ta rojên xwe yên dawî, bi tev şiyanên xwe ve bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Anku her 88 bûharên xwe, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye. Di encam de gelek caran ji rex dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûn kirin û tevaya jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye.
Ew di roja 05.01.1905an de li Bakurê Kurdistanê, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Adîyeman (Semsûr) hatiye dinyê; bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat nas kirin.
Temenê wî 11 sal bûn, bavê wî koça dawî kiriye, di pey re jî dayika wî. Vêca mamê wî Şûkrî bi kar û barê hoza Mirdêsan ve rabûye, û biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî kiriye. Di wan salan de, Osman Sebrî xwendina seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye, pê re pê re jî hez pirtûkên dîrokî û helbestan kiriye; belê dûrî dibistanê bûye û li kêleka mamê xwe Şûkrî bi kar û barê hozê ve rabûye.
Di şoreşa Şêx Seîdê Pîran de du apên wî bi tewana beşdarbûnê li Amedê (Diyrbekirê) hatine bidar vekirin. Ew jî bi gunehê şoreşê du caran hatiye girtin û zindan kirin.
Di sala 1930î de, piştî ku binxetî Sûriyayê bûye û bûye endamek ji endamên Komela Xoybûnê, ji hêla Berazan ve li Kobanî, beşdarî di Şoreşa Agrî de kiriye, lê mixabin piştî ku Fransîzan Bozan Şahîn Beg û birayê wî Mustefa Beg bi tewana şoreşê girtine, Osman Sebrî û hevalên xwe ji şervanan bi paş de vegeriyane.
Piştî herifandina Şoreşa Araratê, Osman Sebrî berê xwe daye Kurdistana Başûr, da ku navbera Barzaniyan û Berzenciyan xweş bike. Lê mixabin li wir jî, tev hewildanên wî beravêtî derketine.
Osman Sebrî di navbera sala 1926an ta sala 1972an, anku di navbera 46 salan de, 18 caran hatiye girtin û zindan kirin. Ew girtin di navbera rojan, mehan û salan de bû. Yekemîn car di sala 1926an de li Amedê hatiye girtin û ceza xwe di zindana Denzlî de derbas kiriye. Di payîza 1928an de, careke din digel 26 axayên Kurdan bi gunehê ku karê xwe û şoreşekê dikin, hatiye girtin, piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan. Li Iraqê jî du caran hatiye girtin, carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên Îngilîzî ew spartine hikûmeta Frensî, ya ku Sûriya dagîr kiribû. Wan jî ew wek tevayî endamên Komela Xoybûnê li Şamê, ew xistine bin rûniştina zorê de.
Di sala 1935an de, du carî li Libnanê hatiye girtin û di eynî salê de ew sirgûnî girava Medegeşker li Efrîqiya kirine û salekê lê maye.
Li Sûryayê 12 caran hatiye girtin, cara paşîn sal û nîvekê di zindana Kelehê de li Şamê razaye. Piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der, di sala 1972an de êdî ji nû ve li mala xwe a li Şamê rûniştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.
Bi weşandina kovara Hawarê re di gulana 1932an de, ew yê duyemîne piştî Qedrî Can ku di kovara Hawarê de nivîsandiye û li kêleka Bedirxaniyan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan re sekiniye, beşdarî di tev kovar û rojnameyên wan de: Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû kiriye. Hêjayî gotinê ye, li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye Osman Sebrî yekemîn kes bû, ku ziman û nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir, rastir û xweştir bû.
Di sala 1938an de, yanek li Şamê bi navê Yana Selahedîn a Rewşenbîrî û Werzişî damezirand.
Di sala 1942an de ‘Yana Kurdistan’ li Şamê vekir.
Di sala 1949an de, ‘Yana Henano’, Di sala 1954an de, ‘Yana Cizîrê’
Osman Sebrî di van kulûp û yanan de, xort û keçên Kurdên Şamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin.
Di roja 14.06.1957an de, digel çend ronakbîrên kurdên Sûriyê, mîna Dr. Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo, Hemîdê Derwêş û hinên din, yekemîn partiya kurdî li Sûryayê damezirandine û ew bûye serokê wê partiyê.
Di 16 saliya xwe de zewiciye, ji wê zewacê kurek bi navê (Welato) jê re çê bûye (Welato di sala 1970î de li welat hatiye kuştin). Di sala 1944an de, li Şamê careke din jineke çerkesî ji xwe re aniye; ji wê jinê sê kur (Hoşeng, Hoşîn û Heval) û du keç (Hingûr û Hêvî) ji wan re çêbûne. Belê Kewê, ya ku her dem pê re bû, keça birayê wî bû.
Rewşen Xanim Bedirxan ev naznavê (APO), lê kiriye, ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtineke zor jê re digirt.
Apo Osman Sebrî di roja 11.10.1993an de, anku berî 30 salî, li Şamê, di mala xwe de, koça dawîn kiriye. Termê wî hatiye guhestin gundê Berkevirê, navçeya Derbasiyê û di goristana şehîdan de hatiye veşartin.
Ji Pirtûkên Osman Sebrî yên çapkirî:
- 1 – Elifbêya Kurdî 1954/ Şam
- 2 – Bahoz û çend nivîsarên din 1956/ Şam
- 3 – Derdên Me 1957/ Şam
- 4 – Apo, Gotinên xav napijin bê tav 1981
- 5 – Elifbêya Tekûz 1982/ Şam
- 6 – Çar Leheng 1984/ Şam
- 7 – Berseva Hoşeng 1977/ Şam, Helbestek dirêj e.
- 8 – Şerrên Sasûnê 2005/ Şam
Di sala 1979an de, dema ku Partiya Demoqratî Kurdî li Sûriyê (Al-Partî), xwest kovarekê bi kurdiya latînî biweşîne, hingê di bin şêwir û şîretên Osman Sebrî de, navê wê kovarê kirin (Gelawêj).
Li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye û ji me re digot:
(Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. Me diçû bi zimanê Tirkan û Ereban dixwend. Ev hemî sûcê bav û kalên me ne, em hîn nekiribûn. Heye ku rehmetî Celadet nebiwa, dibû ku me bi xwe jî guh nedabiwa vî karê ha. Ji ber ku em ne xwediyê vê fikrê bûn, ev fikir ji wî derket, mala wî hezar carî ava).
Ez û pirtûka li dor Apo Osman Sebrî
Ji encamê serdanên min ji Apo Osman Sebrî re, pirsên min û bersivên wî ji min re, di sala 2017an de min pirtûkek bi navê (Osman Sebrî: Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), ji 148 rûpelan li dor jiyannameya wî, kar û xebatên wî, çend gotar û helbestên wî yên ku nehatine belavkirin û hin perçe ji helbesta wî ya bi navê (Bersiva Hoşeng), berhev û çap kir. Û min ev pirtûk diyarî giyanê wî û hevalên wî kiriye.