Serhildana Şêx Ubeydelahê Nehrî li sala 1880ê de bi rêberiya Şêx Ubeydelayê Nehrî hatiye dest pê kirin. Gundê Nehrî dikeve başûrê Şemzînanê ku 16 km yan jê dûr e. Ev gund piştî salên 1850ê bû navenda terîqeta neqşîbendî. Malbata Şêx Ubeydela ji layê dînî ve rêberiya gelê herêmê dikir. Li sala 1820ê Mewlana Xalidê Kurdî şêxê Nehriyê wek xelifeyê ye tayîn kir. Piştî vê rûdanê gundê Nehrî bû yek ji navendên girîngtirîn ya terîqeta Neqşîbendî li Kurdistanê. Gelek ekolên Kurdistanê wek Şêxên Menzîlê, Şêxên Norşînê îcazetên xwe ji şêxên Nehrî wergirtî ne.
Şêx Ubeydela ji malbateke wiha tê ku tesîra wê malbatê li hemû Kurdistanê heye. Kurê Seyîd Tahayê Nehrî ye. Şêx Ubeydela li sala 1877ê di şerê osmaniyan û rûsî de diçe cebheyê. Ji aliyê Osmaniyan wek serleşkerê hemû hêzên eşîrên kurdan tê tayîn kirin. Di vî şerî de jî nasandineke mezin li ser xelkê Kurdistanê hêlaye. Piştî şer, Şêx Ubeydela vedigere Nehriyê. Li vê derê dest bi weezan dike. Zanînê li xelkê vir û yê derûdorê belav dike. Bi dûçûna Lord Curzon (en) di van civînan de 500 heta 1000 kesan beşdar dibûn.
Bi dûçûna Dr. Cochran ku wî wextî navenda Kurdistanê wek mîsyonerekî dixebitî, dibêje ku Şêx Ubeydela wêjeya erebî û farisî baş dizanî, her wisa folklora kurdî jî baş dizanî.
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1850 – Serokê 12em yê Amerîkayê Zachary Taylor piştî ku fêkiya xav û şîra cemedgirtî veixwe dimire. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin. Piştre jî Millard Fillmore dibe serokê 13em yê Amerîkayê.
1900 – Şahbanûya ÎngilistanêVictorya birryara bi navê padşahiya Ingilistanê derdixe Comonwiltha Awistralyayê were damezrandin. Li vê biryarê mêtîngehên parzemîna Awistralyayê hemûyan di bin alaya hikûmeteke Ferderal de dibin yek.
1952 – Hikûmeta Nurî El Saîd ya Iraqî radigihîne ku ew xwe ji kar dikişînin.
1963 – Piştî ku giravên Malezya ji Îngilistanê rizgar dibin, yekîtiya xwe radigihînin û Delweta Malezya ya Yekgirtî tê damezrandin.
1991 – Piştî salên qutbûnê careke din Başûrê Afrîkayê tevlî Olîmpîyada werzişê bû.