Zeugma (bi yewnanî: Ζεύγμα, "bajarê pir") bajarekî kevnar ê helenî ye ku pistre ket destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber çemê Ferêt bajarê din ê kevnar Seleukia Apamea an jî Seleukeia peyda bû. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlok. Ji ber ku Zeugma û Seleukeia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di cotmehê sala 2000'an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin, lê pirraniya bajarê antîk kete bin avê.
Zeugma di 3'mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. (dûmahîk…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.