Sereke / Nivîs /    Ne Heya Mirinê Heya Serkeftinê Emê Bi Hev Re Bin

   Ne Heya Mirinê Heya Serkeftinê Emê Bi Hev Re Bin

 

PEYMAN-EL-225x300Navê tevgerî : Peyman Elî

Navê rast : Peyman Elî

Navê Dayik : Behiya

Navê Bav : Newaf

Cihê ji dayikbûnê : Amudê

Dîroka tevlîbûnê : 2012

Cih û dîroka Şehadetê : Serê Kaniyê Gundê Mebroka 22-9-2014

 

Heval di malbatek pir welatparêz de mezin bûye.Dema mirov li heyecan û moralê wê mêze dikir te digot qey heval Peyman bi Rêbertî re maye. Di dstpêka şoreşê de di pêngava avakirina YXK’ê deheval Peyman dema digot Jin wê bibe leşker jin jî wê çek rake me bawer nedikir.Bi nîqaşê re hewil dida zihniyeta me ya ku me digot jin nikare leşkertiyê bike û pêşengtiyêbike bişikîne.Beriya şoreşê zimanê kurdî qedexe bû dema cara yekem saziya zimanê kurdî li Amûdê vebû beriya her kesî heval Peyman beşdarî wê bû.Ji hevalên ku nedikarîn bi kurdî binivîsînin re digot tu nîv Kurd nîv Erebî.heval Peyman ev xwestek di min de jî pêş xist û em bi hev re çûn perwerdeya saziya ziman. Di wê perwerdeyê de me gelek tişt di aliyê rastiya kurd û dîroka Kurdistanê de fêm kir.Dema perwerde xilas dibû heval Peyman diçû perwerda ragihandinê û dema ku meş hebaya her tim diçû meşan. Wê demê min jî bi xwe re dibir. Wisa li min kiribû ku min nedikarî bêjim na.Di karê ragihandinê de,di saziya ziman de di hemûmeşan û merasimên şehîdan de em bi heval Peyman re bûn.Bi wî awayî her tim heval li derdora xwe kom dikir gav bi wan dida avêtin û ji rêxistinê re kadro ava dikir.Min her tim di kesayeta heval Peyman de ew tişt meraq dikir ku gelo çawa mezin bûye?çawa xwe pêşxistiye?çawa xwe perwerde dike?

Heval Peyman bi jiyana Rêxistinê û şehîdan pir bandor dibû û bi van nirxan ve pir girêdayî bû.xwesteka wê ya herî mezin çûyîna çiya bû. Dawiya sala 2011’an YPG hate avakirin heval Peyman tevlî YPG’ê bû. Dema me dewlet ji Amûdê derxist wê demê ji min re got tê bîra te dema te digot em nikarin çek rakin waye me hemû ciyên dewletê girtin.

Heval Peyman di asta endamê meclîsa leşkerî de erk girt. Tu çûba kuderê heval Peyman li wir bû.Pir caran henek dikir digot ez li her derê me û neli tu derême.Heval Peyman ji mentiqê qedercî pir aciz bû.Pir caran dema me digot em heya mirinê  bi tevgerê re ne wê digot bêjin heyaserkrftinê em bi tevgerê re ne û bi wî awayî her timdixwest mantiqê pergalaKapîtalîst di me de bişkîne.Her tim dixwest em pêşeng bin.Digot pêwîste em meşala Rojava rakin û em ji şoreşê re pêşengtiyê bikin.Ew bi xwe jî pir bi cesaret tevlî dibû. Ji Serêkaniyê heta Mebrûka cihê xwe di hemû şer û rizgarkirina bajar û gundan de girt.

Girîngiyek pir mezin dida tevlîbûna jinê. Her tim digot Rêbertî girîngiya herî mezin dide tevlîbûna jin û pêwîste em di nava şoreşê de ji her kesî zêdetir aktîf tevlî bibin.Tu carî behsa mirinê nedikir her tim digot pêwîste em ji bo jiyaneke azad şer bikin û tekoşîn bidin. Pir ji strana ‘’tîrêjên roja azadim ez’’ dikir.Digot heya niha em dibin ala Sûriyê de meşiyane ev cara yekeme em dibin ala xwe de weke YPG û YPJ dimeşin.Her tim digot em ji YXK’ê gihîştin YPG’ê û wa me arteşa xwe ya xweser jî ava kir.Heval Peyman bi wan nîqaşên xwe re me zêdetir bi azadiyêve didan girêdan.Her tim digot ‘’ya pêwîst mirov xwe bi westîne yan jî mirov wîjdanê xwe bifiroşe. Li şûna ku em wîjdanê xwe bifiroşin em biwestin baştir e.’’

Heval Peyman bi sekn û tevlîbûna xwe ya jiyanê her tim mînak bû.Ji bo fermandartiyê nêrînên wê pir xweş û di cî debûn.Digot fermandartiya tevgera me fedakartî û cesaretaherî mezin dixwaze û pêwîste fermandarek di her milî de mînak û pêşeng be.

Dema me hemla Serêkaniyê û mebrûka destpêkir heval Peyman di nav de nebû lê me carekê dît ku heval Peyman li pêşiya me derket sebra wê nehatibû bê hevalan li ciyê xwe bimîne.Wê demê min got bizivire got em ê girûpê bibin û bên lê piştî ku heval çûn wê cihî pevçûn derket. Di wê pevçûnê de fîşekê hevalan namînin û maşîneyeke teqînê tê xwe diteqîne.Heval Peyman di wê pevçûnê de giran birîndar dibe ji bo ku nekevin dest dijmin heval Peyman û heval Sema bombê xwe di xwe de diteqînin û digihîjin şehadetê.Bi şehadeta wan em pir êşiyan lê şehadet her tim ji bo me cihê rûmetê ye û emê her tim riya şehîdên xwe bi şopînin.

RÛKEN AMÛDÊ

Navenda Ragihandina YPJ.

11 – çile – 2016

Wana jî binêrin wê baş be

IMG_7176

Zeman!

Hoy zeman porê xwe bi ser ,bejan xwe bernadim ji bo ji kes Çavên min …

Comments are closed.