"Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê
cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên
nerînên wilo." Albert Einstein (1879-1955)
Ji dema ku Kurd1ê (kanala televizyonê ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê) dest bi
weşana xwe kiriye, ew weşana xwe tenê bi zimanê kurdî dike û di
belavkirina vî zimanî de di nav Kurdan de gavine giring avêtine. Çendîn Kurd1
pêşî weke kanalake ji bo weşana bi Kurmancî hatibû vekirin, lê di
mehên dawî de her ku diçe weşana bernameyên bi Soranî jî bêtir dibin. Ev
yek ji aliyekî ve ji ber sedemine aborî pêk tê, çimkî bernameyên bi Soranî li
Kurdistana Iraqê tên çêkirin û bi vî awayî mesrefa wan kêmtir e. Ji aliyekî din
ve - ji ber ku çavkaniya bingehîn a diravî ya Kurd1ê li Kurdistana Iraqê ye -
wilo diyar e ku zêdekirina bernameyên bi Soranî biryareke siyasî ye ku
desthilatdarên li Hewlêr û Silêmaniyê li ser Kurd1ê hatiye ferzkirin. Dîsa jî:
Li gor naveroka xwe Kurd1 bi imkanên xwe yên kêm - eger mirov wê bi kanalên li
Kurdistana Iraqê û Roj tv bide ber hev - dikarî di demeke kurt de ji xwe re di
nav Kurdên kurmancîaxêv de ciyekî berbiçav çêke.
Mehekê piştî ku su sala 2011ê dest pê kir, kanala televizyonê ya kurdî
Kurd1ê bangeke berpirsyarê xwe yê hunerî Şivan Perwer diweşîne
(biner: http://www.youtube.com/kurd1),
tê de radigihîne ku sala 2011ê sala xwendina bi zimanê kurdî ye. Gavek e
baş e ji Kurd1ê ku zimanê kurdî bi Kurdan şêrîn bike. Lê piştî
vê bangê çi tê? Ta niha ne diyar e bê Kurd1 dixwaze bi ragihandina sala 2011ê
wek sala xwendina bi zimanê kurdî bigihê çi armancê. Ewê ji bo vê armancê çi
bike? Ev ragihandina bi deng û wêneyê Şivan Perwer gelek pirsan bi xwe re
tîne ku ta niha bersivên wan ne eşkere ne.
Dema mirov dest bi kampanyayekê dike, mirov bi bernameyeke ji çalakiyan
gewdekî dide kampanyaya xwe. Lê Kurd1 ev yek ta niha nekiriye. Di banga xwe de
Şivan Perwer berê xwe dide Kurdan û dibêje: "Were, em xwe ji bo
bicîanîna vê daxwazê bikin yek û mafê xwendina bi zimanê kurdî bi hikûmetan
bidin qebûlkirin û ji wan bistînin! Werin em vê xewna xwe di nav vê salê de
bikin rastî, vê dozê bi ser xin!". Gelo wê Şivan Perwer û Kurd1 van
daxwazan çawa bi cî bînin? Gelo ev tê wê wateyê ku Kurd1 wê li wan dewletên ku
Kurd lê niştecî ne û ji mafê xwendina kurdî bêpar in, dest bi kampanyayeke
siyasî ji bo xwendina bi zimanê kurdî bike? Ev pirs û gelek pirsên din bê
bersiv mane.
Pêwîstiya Kurdan bi bangên siyasî yên bê naverok tune, Kurd ji van bang û
şîretan têr bûne. Di vê demê de tenê kesên ku pişta wan li dîwêr e û
nema dizanin çi bikin, dest bi bangan dikin. Li şûna ku mirov bangan bike,
divê mirov ji bo armancên xwe bixebite û bihêle ku xebat biaxive. Hebûna Kurd1
yek ji van xebatan e, ew bi xwe kampanyayek e ji bo zimanê kurdî. Eger Kurd1
weşana xwe xurtir û dewlemendtir bike, bêtir bernameyên bi Kurmancî - Soranî
gihaye mafê xwe - çêke û bihêle ku bêtir kes li bernameyên wê temaşe bike,
ev e ya ku wê bihêle ku zimanê kurdî di nav Kurdan de bi pêş keve û
astengên li ber pêşketina vî zimanê tune bike.
Û ji bo Şivan Perwer: Dema ku ew weşana malpera fonda xwe (biner: http://www.sp-f.org/) bike bi
zimanê kurdî û ew beşekî ji alîkariya mezin ku wî ji gelek deveran ji bo
fonda xwe stendiye, ji bo projeyên ji bo pêşxistina zimanê kurdî tirxan
bike, hingî mirov wê jê bawer bike ku ew bi rastî xemxwarê zimanê kurdî ye.
E-mail: sirwan@amude.com
Ji aliyê çepê ve: Hesen Ibrahîm Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa (wêne: Yekîtî)
ŞAM (amude.com) - Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind îroj dadkirina sê siyasetvanên
kurd bi paş xist. KurdWatch.org dinivîsîne ku ji ber ku nûnerê Sendîqaya Parêzerên Sûrî
di civîna dadkirinê de ne amade bû, dadkirina Hesen Ibrahîm Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa
hat bipaşxistin ji bo 20ê meha bê. Ji ber ku Mihemed Mistefa parêzer e, pêwîst e
nûnerek Sendîqaya Parêzerên Sûrî amade be. Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa
endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne. Ew ji 26.12.2009ê ve girtî ne.
Li dijî wan li gor bendê 267ê yê qanûna cezayan a sûrî doz hatiye vekirin.
Hersî siyasetvanên kurd bi hewildana "cudakirina beşekî ji xaka Sûriyê" û "girêdana wî
bi dewleteke biyanî ve" tên gunehkarkirin.
BERLÎN (amude.com) - Di lîsteyên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ya sûrî de 58 kes ji bajarê Amûdê ne. KurdWatch.org dinivîsîne ku vê dezgeha ewlekariyê di destpêka gulanê de ev lîste şandiye ji dezgeha nifûsê ya Amûdê re û ferman daye wê ku bêyî erêkirina wê nabe ti belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyê de ne. Herweha nabe belge bên dayin ji bo malbatên van kesan jî, ger navên kesên di lîsteyê de li ser wan belgeyan hatibe nivîsandin, mîna nifûsa malbatê. Birêvebirê malpera KurdWatchê Siamend Haco diyar kir ku
di lîsteya dezgeha nifûsa Amûdê de ji aliyekî ve navên çalakvanên oposîtsyonê yên naskirî hene. Wî berdewam kir û got: "Ji aliyekî din ve kesên din jî hene, ku hema bêje ne siyasî ne yan jî tucarî beşdarî çalakiyên dijberî Sûriyê nebûne." Navên nivîskar Helîm Yûsiv, Ehmedê Huseynî û Dr. Ebdilbasit Seyda, rojnamevan û berpirsê Malpera Amûdê Sîrwan Hec Hisên (S. H. Berko) û herweha siyasetvan Dr. Seededîn Mele û Merwan Osman jî di lîsteyê de ne. Siamend Haco eşkere kir nebûna navên hin kesan di lîsteyên Dezgeha Ewlekariya Dewletê de nayê wê wateyê ku ev kes xwe ewle hest bikin. Haco got: "Ku navê mirovekî ne di "lîsteya reş" a Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ye, nayê wê wateyê ku dezgeheke ewlekariyê ya din lê nagere."
Ji bo dîtina navên ji Amûdê: http://kurdwatch.org/pel?cid=142
BERLÎN (amude.com) - Bêyî erêkirina dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Sûriyê kesên ku li derve dijîn, nema belgeyên nasnameyê distînin. Malpera KurdWatch.org di nûçeyeke xwe de dinivîsîne ku wê ji çavkaniyên pêbawer agahî bi dest xistine, ku di destpêka gulana 2010ê de Dezgeha Ewlekariya Dewletê lîsteyên bi navên welatiyên li derveyî Sûriyê şandine ji dezgehên nifûsê re. Ligel van lîsteya ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. Herweha nabe belge bên dayin ji bo malbatên van kesan (dê û bav, xuşk û bira, zarok, jin an mêr) jî, ger navên kesên di lîsteyê de li ser wan belgeyan hatibe nivîsandin, mîna nifûsa malbatê. Piraniya kesên ku navên wan di lîsteyan de peyda dibin, Kurd in; çend Ereb û Fileh jî hene.
Malpera KurdWatch.org karî 30 ji 37 navan bi dest bixe, ku di lîsteya dezgeha nifûsê de li bajarê Tirbesipiyê hatine bicîkirin. Kesên di vê lîsteyê de bi eslê xwe li bajarê Tirbesipiyê hatine qeydkirin. Beşek ji wan çalakvanên siyasî ne, beşê din ta niha di warê xebata oposîtsyonê de hema bêje hatine xuyakirin. KurdWatch.org diyar kir ku ewê hewil bide di demeke nêzîk de navên ji bajarên din jî bi dest bixe û biweşîne.
Ji bo dîtina navên ji Tirbesipiyê: http://kurdwatch.org/pel?cid=142
BERLÎN (amude.com) - Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê
pêncşema buhurî endamek polîtbîroya Partiya Azadî
ya Kurdî li Sûriyê girt. Li gor agahiyên malpera KurdWatch.org berî
ku Mihemed Ebdî Seedûn (1960, zewicî ye û bavê heft zarokan e)
bê girtin, jê hatibû xwestin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê
bide. Ta niha sedemên girtina wî ne naskirî ne. Ji aliyekî din ve
eşkere bû ku doza sê endamên polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdî
li Sûriyê çûye pêşiya Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê li
Şamê. Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa wê roja
6ê hizêranê bên dadkirin. Li dijî wan li gor bendê 267ê yê
qanûna tawanan a sûrî doz hatiye vekirin. Di vî bendê qanûnê de
hatiye nivîsandin ku "her welatiyekî sûrî ku di rêya kiryar, axaftin
an jî nivîsandinan an awane din re hewil dabe ku beşekî ji
xaka Sûriyê cuda bike, da ku wî bi dewleteke biyanî ve girêbide"
bi kêmanî pênc sal zindan lê tên birîn. Ta niha Dadgeha Bilind
a Ewlekariya Dewletê, ku dadgeheke awarte ye, ev bend li dijî gelek
siyasetvan û çalakvanên kurd pêk anîne.
BERLÎN (amude.com) - Li jêr sernavê "Çengê te ez bi firê xistim!!" li Berlînê
êvareke helbesta kurdî li dar dikeve. Helbestvan Ebdilqadir Mûsa wê di vê êvarê
de helbestên xwe bixwîne û Shkurte Smajlaj wê wergera wan a elmanî
pêşkêş bike. Frauke Sonnenburg û Bengî Agirî wê bi awazên amûrên
xwe yên mûzîkê beşdarî vê çalakiyê bibin. Ev çalakî wê roja 29ê gulanê,
seet 17.00, li ZFM- Pavillion, Turmstr. 21 , 10559 Berlîn, pêk bê.
BERLÎN (amude.com) - Ji bo pêkanîna semînarekê rojnamevan Salihê Kevbirbirî
serdana Berlînê paytexta Elmanyayê dike. Kevirbirî wê roja çarşema 19ê gulana 2010ê
li ser vexwendina Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburgê
di nivîsgeha komeleyê de li ser li ser xebata xwe ya rojnamegerî û pirtûkên
xwe yên li ser wêje û folklora kurdî biaxive. Di semînarê de wê herweha
derfet hebe ku û pirtûkên wî yên bi zimanê kurdî bên kirîn û ji
aliyê nivîskêr ve bên imzekirin. Semînar wê seet 19.00 dest pê bike. Salihê Kevbirbirî
bi eslê xwe ji herêma Batmanê ye û li Stenbolê dijî. Navnîşan:
Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburgê, Trautenaustr. 5, 10717 Berlin.
BERLÎN (amude.com) - Ji bo protestokirina vegerandina penaberekî
kurd ji bo Sûriyê wê roja duşemê li bajarê Minden ê elmanî
çalakiyeke protestoyê pêk were. Mirov û dostên Fewaz Emo (1983)
dixwazin seet 13.00 li Linderstrasse 16, 32423 Minden, bicivin da
ku berê xwe bidin serokatiya navçeya Mindenê û nameyeke protestoyê
radestî berpirsyaran bikin. Fewaz Emo, ku di sala 2004ê de ji
bajarê Serê Kaniyê wek penaber koçberî Elmanyayê bûye,
roja 27ê nîsana buhurî li bajarê Porta Westfalica ji aliyê polîsan
ve hatibû girtin. Ew ji hingî ve di girtîgeha Paderbornê de ye
û li bende ye ku bê vegerandin Sûriyê. Piştî imzekirina peymaneke
di navbera Elmanya û Sûriyê de gelek penaberên kurd di tirsa vegerandina
ji bo Sûriyê de dijîn. Hin penaberên ku hatine vegerandin, li Sûriyê haibûn
girtin û işkencekirin.
DIYARBEKIR (afp/amude.com) - Dadgeheke tirkî li Diyarbekirê îro li sernivîserê berê yê
rojnameya Azadiya Welat 166 sal û şeş meh cezaya zindanê birîn.
Dadgehê Vedat Kurşun bi endametiya "rêxistineke cudaxwaz a terorîst"
û weşandina propaganda ji bo vê rêxistinê tawanbar dît. Dadgehê di biryara
xwe de eşkere kir ku rojnamevanê kurd Kurşun di 103 helkeftan
de nivîs û wêneyên li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
di rojnameya rojane Azadiya Welat de weşandine. Piştî ragihandina
biryara dadgehê parêzerên Vedat Kurşun eşkere kir ku ewê li dijî wê
gilî bikin. Parêzer Meral Daniş Beştaş
ji Azadiya Welat re diyar kir ku Vedat Kurşun "tewambarê fikrî"
ye û cezaya wî di dîroka çapemeniyê de bê mînak e. Kurşun, ku ji şibata 2008ê de di zindanê de ye,
di paraznameya xwe de got ku weşandina nivîs û wêneyan di rojnameyê
de ne bi mebesteke tawankarî hatibû kirin. Wî got: "Karê me ji yê
rojnameyên din di vê dewletê de ne cuda ye. Daxwaza me tim ew bû ku
em xizmetê ji aşitiyê re bikin. Me ticarî nivîs neweşandine,
da ku em raya giştî ji bo pêkanîna zordariyê gurr bikin."
Azadiya Welat di sala 1994ê de wek rojnameyek heftane hatiye damezirandin,
ku ji sala 2006ê ve rojane bi zimanê kurdî weşana xwe dike. Gelek
caran li dijî wê û karmendên wê bi îdîaya ku rojname alaveke ragihandinê ya
PKKê ye, doz hatine vekirin. Di şibata
îsal de sernivîserê wê Ozan Kilinc bi belavkirina propagandaya PKKê
hatibû tawanbarkirin û 21 sal cezaya zindanê lê hatibûn birîn. Hingî
Instîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî ev ceza wek "sansûrkirina
alavên ragihandinê" û liveke ku "nayê qebûlkirin"
bi nav kir.
Ebdo Goriya bi hevkariya revandina keça dîplomatê sûrî tê gunehkarkirin.
STOCKHOLM (amude.com, bbc) - Ji ber ku wî hewil daye keça xwe birevîne, Swêd
bera dîplomatekî bilind ê sûrî da. Li gor agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin,
kesê ku di balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê de di şûna balyoz de ye,
xwest bi alîkariya siyasetvanekî Partiya
Sosyaldemokrat a swêdî keça xwe ya 18-salî ji Swêdê birevîne, ji ber ku keça wî ji kurekî swêdî hez dike.
Hevkarê dîplomatê sûrî Ebdo Goriya (53) bi eslê xwe ji Sûryaniyên Qamişloyê
ye û niha li dijî wî doz hatiye vekirin. Wezareta Derve
ya swêdî got ku ew li ser pirsên bi dîplomatan ve girêdayî ne, ti agahiyan
nade.
SZCZECIN (amude.com) - Hunermendê navdar Xweşnav Têlo dîsa vegeriya
jiyana xwendekariyê. Kurdê 45-salî, ku li Polonyayê xwendina zanista siyasî qedandiye
û ev demek dirêj e li Swêdê dijî, ji sala buhurî ve li Instîtûya Zanistên Siyasî û Ewropî
ya Zanîngeha Szczecin (Şçêçîn) a polonî nameya xwe ya doktorayê amade dike.
Têlo ji aliyekî li ser nameya xwe ya dektorayê li ser ezmûna Herêma Kurdistanê li
gor yasa û peywendiyên navneteweyî dixebite, ji aliyekî din ve sê caran di hefteyê de dersan dide
xwendekarên beşê zanistên siyasî û ewropî. Xweşnav Têlo, ku ta niha sê albomên
wî derketine, berî demekê vîdyoklîpeke nû "Dîlber" amade kir û dixwaze îsal alboma xwe
ya çaremîn biweşîne. Malpera Amûdê klîpa "Dîlber" diweşîne.
Ji aliyê çepê ve: Hamîde Akbayir, Elî Atalan û Özlem Alev Demîrel
BERLÎN (amude.com) - Li herêma federal a elmanî Nordrhein-Westfalen (NRW) sê siyasetvanên
esilkurd ketin parlamentê. Di encamên hilbijartina ku îro pêk hat de Elî Atalan
(42), Hamîde Akbayir (50) û Özlem Alev Demîrel (26) di nav rêzên partiya çep a elmanî DIE LINKE de
wê di parlamenta NRWê de cî bigirin. Hersî kes bi eslê xwe ji Kurdistana Tirkiyê ne. Partiya
DIE LINKE 5,6 ji sedî ji dengan qezenc kirin. Wek encama sereke ya hilbijartinê
hikûmeta niha, ku ji Partiya Filehên Demokrat (CDU) û Partiya Lîberal (FDP) pêk tê,
têk çû. Partiya Sosyaldemokrat (SPD) û Partiya Keskan (Grüne) piraniya ji bo
hikûmeta nû di mezintirîn û giringtirîn herêma Elmanyayê de bi dest nexistin. Ne diyar e
bê kîjan partî wê hevbendiyekê ji bo hikûmeta nû pêk bînin.
Hunermend, helbestvan û çalakvan: Enwer ("Dijwar") Naso
BERLÎN (amude.com) - Di 22ê nîsana 2010ê
de hunermend, helbestvan û çalakvanê siyasî Enwer Naso ji zindanê
serbest hat berdan. Naso, ku wek bi navê hunerî "Dijwar Naso" tê naskirin, di 26ê çileya pêşîna
2009ê de ligel sê endamên bilind ên Partiya Yekîtî
ya Kurdî li Sûriyê hatibû girtin. Malpera
KurdWatch.org, ku ji Berlînê bi çar zimanan ku agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan
li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne, bi berfirehî behsa rewşa Enwer Naso
û hevalên wî dike. Malpera Amûdê vê nûçeyê diweşîne.
*****
Di 22ê nîsana 2010ê de endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî),
Enwer Naso, ji zindanê serbest hat berdan. Naso di 26ê çileya pêşîna 2009ê de
ligel Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û
Mihemed Mistefa, ku hersî endamên polîtbîroya
Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne, di nivîsgeha
Mûdîrê Navçeyê yê
Qamis,loyê ji aliyê endamên çekdar ên
Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin û
veguhestin Hisiçayê.
Ew li wê derê deh rojan di zindanê de man,
ku neh ji wan di hicreya bitenê de bûn. Di vê
demê de wan tenê carekê di rojê
de xwarin distend, di çend rojan de qet xwarin nedigiha wan.
Di zindana li Hisiçayê de Enwer Naso hatibû işkencekirin.
Dema ku pirs jê dihatin kirin, ew rastî lêdana di rû
de dihat û piştre jî lingên wî rastî
lêdanên bi boriyeke avê dihatin.
Herçar girtî hatin mecbûrkirin ku bi şêweyekî
nivîskî eşkere bikin bê ma ew ji bo mafê
çarenivîsê ji bo Kurdan in û çima.
Di 4ê çileya paşîna 2010ê de Hesen Ibrahîm
Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin
veguhestin zindana el-Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li
Şamê. Meeruf Mele Ehmed und Enwer Naso bi hevre di hicreyekê
de bûn, ku dora pênc metreçarqorzî mezin bû.
Hicre sar û şil bû, lê berevajî hicreyên li
Hisiçayê destavxaneyek tê de hebû. Ehmed û Naso
ji ber bi êşên di warê sîngê de ketibûn,
ku xwe avêtin guhan û bûn sedema pirsgirêkên
hevsengiyê û herweha dilxelandinê. Mihemed Mistefa ligel
sê girtiyên nenas di hicreyeke din de bû.
Hesen Salih di destpêkê de di odeya pijîşkê
zindanê de bû, lê di 10ê nîsana 2010ê de
hat xistin hicreya Mihemed Mistefa. Ji derveyî zindanê tenê
cil digihan girtiyan, ku malbatên wan ji wan re anîbûn.
Lê ji ber gerîna ji bo tiştên qedexe ew cil ewqasî
dihatin qetandin, ku mirov nema dikarî wan bi kar bîne.
Li girtiyan dihat qedexekirin ku cilên xwe bidirûn.
Di dema pêşî de girtî dikarî di rojê
de pênc deqeyan derkevin hewşa zindanê, lê piştre wan
dikarî her du hefteyan carekê derkevin.
Çûna cem pijîşkê zindanê di hefteyê
de du caran pêk dihat. Girtî gelek caran bi destên di
kelepçeyan de rastî pirsên lêkolînê dihatin,
pirê caran çavên wan jî girtî bûn.
Hemû dozên ji bo veguhestina zindaneke normal nedihatin pejirandin.
Di 19ê nîsana 2010ê de Hesen Ibrahîm Salih,
Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin
veguhestin Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê. Dadwer li beşekê
ji axavtinên di protokolên lêkolînê nerî.
Piştî vê rûniştinê Enwer Naso di 22ê
nîsanê de serbest hat berdan bêyî ku li dijî
wî doz bê vekirin. Wî gotibû ku ew çalakvanek
siyasî, hunermend û helbestvan û herweha alîgirik
Partiya Yekîtî ye. Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa
û Meerûf Mele Ehmed hîn jî di zindanê de ne.
Ji ber lêdanan û mercên xerab di zindanê de Naso
ta îro diêşe, di guhê wî yê çepê
de deng peyda dibin û gurcikên wî diêşin.
Herweha ew ji ber şikandina diranekî wî rastî
kêşeyên axavtinê tê. (Çavkanî: kurdwatch.org)
Hunermendê siyasî û parêzer Klaus Staeck ji sala 2006ê ve serokatiya Akademiya Hunerê dike.
Elman gelek caran welatê xwe wek "welatê helbestvan û bîreweran" bi nav dikin. Ev hevoka ku ji gotinên rexnegirê wêjeyê û nivîskar Wolfgang Menzel pêk tê, ne ji valahiyekê tên. Elmanya ne tenê xwedî dîrokeke çand û hunerê ya mezin e, ew ta roja îroj yek ji mezintirîn piîn piştivanên çand û hunerê ye, eger em nebêjin dewleta herî mezin ku mesrefeke pir mezin ji bo paraztin û piştgiriya çand û hunerê tirxan dike. Yek ji dezgehên hunerî ku Elmanya di cîhanê de serê xwe pê bilind dike, Akademie der Künste (Akademiya Hunerê) ye, ku avahiya wê li giringtirîn devera Berlînê ye, li pêşiya Dergehê Brandenburg ê binavûdeng e. Erkê vê akademiya ku dewleta elmanî qanûneke taybetî ji bo wê saz kiriye û her sal 18 milyon Euro ji bo xebata wê tirxan kiriye, ew e ku piştgiriya hunerê bike û di pirsên huner û çandê de şîretan bide Komara Federal a Elmanyayê. Li gor qanûna wê Akademiya Hunerê dikare tenê 500 endaman bipejirîne. Lê niha tenê 317 hunermendên ji seranserî cîhanê endamên vê dezgeha giring in. Akademiya Hunerê, ku mezintirîn akademiya neteweyî ya elmanî ye û di warê perwerdeyê de ne çalak e, xwe wek komelgeheke navneteweyî ya hunermendan dibîne. Erkên wê yê bingehîn ew e ku erşîva xwe ya hunerî ya neteweyî ya mezin biparêze û piştivaniya huner û hunermendan bike. Ji nîsana 2006ê ve hunermendê siyasî û parêzer Klaus Staeck serokatiya Akademiya Hunerê dike. Di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ew behsa Akademiya Hunerê û rola çand û hunerê ji bo netewe û civakê dike.
*****
Birêz Klaus Staeck, mirov çawa dibe endamê akademiya we? Klaus Staeck: Akademiya me ji şeş beşan pêk tê: hunera şêwekarî, hunera avakirinê, mûzîk, wêje, hunera pêşkêşkirinê û hunera film û ragihandinê. Mirov tenê dikare bibe endamê van beşan. Divê du an sê endam mirovekî ji bo endametiyê pêşniyar bikin û ev pêşniyar di civata mezin de dikeve dengdanê. Dibe ku carinan tikes neyê hilbijartin, carinan jî heyşt kes dibin endam. Ti pîvanên ji bo hilbijartinê tunene.
Hûn tenê piştgiriya hunera endamên xwe dikin? Klaus Staeck: Di asta yekem de em piştgiriya endamên xwe dikin. Lê gelek projeyên din jî hene ku em piştgiriya wan dikin.
Mirov çawa dikare bihêle ku siyaset bigihê wê baweriyê ku huner tiştek ewqasî bûha û hêja ye ku divê piştgiriya wê bê kirin? Klaus Staeck: Berî çend salan li Elmanyayê gengeşeyek mezin li ser wê pirsê hat kirin, bê ma gelo piştivaniya hunerê tê wateya piştgiriya aborî ji hunerê re yan jî sermayerazandinek e ji bo pêşerojê. Ango mesele ne ew e ku mirov tenê mesrefê li ser dike û tiştek jê dernakeve. Hevgirtina, ku pêwîstiya civakekê pê heye, bêtir hevgirtineke çandî ye. Eger ev hevgirtin têk here, êdî pirsa nasnameya neteweyî dikeve xeterê. Mirov dikare bêje pêwîstiya me bi sînema, şano, film û şêweyên din ên hunerê tuneye. Lê hingî mirov gelek tiştan winda dike. Dema ez bûm serok, min got divê em piştgiriya deverên ji bo herkesî vekirî bikin. Li Elmanyayê daxwazek hebû ku hertiştî bikin prîvat. Devera prîvat ne tim devereke demokrat e, devera vekirî devekere demokrat e, ku tenê li wir danûstandin pêk tên. Wek mînak, şano tim dikeke ceribandinê bû ji bo demokratiyetê. Li ser van dikan mirov dikare bipirse bê mirov çawa dikare kêşeyan bi şêweyekî aşityane û dûrî zordariyê çareser bike. Ezmûna me bi xwe jî heye: Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem di sala 1945ê de me ji xwe pirsî bê ka em çawa dikarin rewşeke demokratîk biafirînin. Di vî warî de çand roleke bingehîn dilîze. Miletek wek miletê kurd, tevî ku dewleta wî tuneye, lê çanda wî heye, ku nîşana hebûna wî ye. Eger çand têk here, di heman demê de nasname jî têk diçe. Ji ber vê yekê çand yek xalên pir giring e.
We li Elmanyayê çawa kir ta hûn gihan rewşa îroj ku siyaset û çand rêza hevûdu bigirin? Klaus Staeck: Peydakirina têgihiştina demokratîk ne hesan e. Ew tenê dikare ji baweriyekê derkeve û mezin bibe. Me ji ezmûna dîktatoriyetê sûd girt. Di wê demê de beşek mezin ji hunermendan hebû, ku dewlet li dijî wan bû û hunera wan xistibûn lîsteya reş. Ew hunermend an di zindanan de bûn an jî mecbûr dibûn ku koçber bibin. Li aliyekî din hunera fermî hebû, ku îroroj rola wê nemaye û tikes behsa wê nake. Me prosêseke dirêj li dû xwe hiştiye, prosêsa pejirandina hevûdu. Mirov fêm dike ku kesê siyasî mecbûr e ji welatiyan re bêje bê çima ew bi baceyên wan piştgiriya hunerekê dike, ku ji bo gelek kesan dibe ku ne huner be. Ji bo welatî giring e ku av, elektrîk û ewlekarî hebe. Gelek welatî di wê baweriyê de ne ku ev e karê siyasetvanan e, ne piştgiriya çand û hunerê. Gelek hunermend di rewşên pir dijwar de dijîn. Lê dîsa jî em xwe weke neteweya çandê bi nav dikin. Ji mafê me ye ku em bi vê yekê serbilind bin. Ez bawer nakim ku li ti dewleteke din ewqas şano, avahiyên opera, mûzexane û dezgehên çandê hebin wek li Elmanyayê. Li herêma Sachsen-Anhalt ewqas qesr hene ku pêwîstiya wan bi limiqatebûnê heye. Ev dewlemendî ne ji ber xwe ve hatiye, lê ji kevneşopeke mezin. Ev barek giran e. Çand ne tenê xweşî ye, lê berxwedaneke berdewam e ji bo paraztina wê, bi taybetî ku kevneşopiyek hebe ku divê bê paraztin.
Mirov dikare di vê serdema cîhanîbûnê de bêje ku nasnameya neteweyî ya çandî heye? Klaus Staeck: Çanda neteweyî heye, lê ev ne armanca çanda me ye. Pêwîstiya me bi çandeke cîhanî heye. Dema mirov çanda xwe ji yên din cuda bike, ew dibe îdyolocî û êdî xetereke mezin çêdibe. Em naxwazin tarîfekê bidin hunerê. Nabe ku mirov bêje ev huner e û ev ne huner e. Li Elmanyaya Rojhilat kesên ku ne endamên dezgeha hunerê ya dewletê bûn, ne hunermend bûn û dewletê dikarî li dijî wan doze veke. Ev yek ne ji zû de bû. Ji ber vê yekê em jib o hunereke azad têkoşînê dikin. Çand tim dîmensyoneke azadiyê ye. Pêwîstiya me pê heye. Di dewleteke ne azad de pir zehmet e ku mirov hunerê çêbike. Lê ew dîsa jî heye. Gelek caran hunera herî mezin di dema dîktatoriyetê de çêdibe.
Li Elmanyayê huner çawa tê paraztin? Klaus Staeck: Di xala siyem a bendê pêncê yê destûra elmanî de hatiye nivîsandin: "Huner û zanist, lêkolîn û dersdayin azad in." Azadiya hunerê elementeke bingehîn e ji bo demokratiyê. Pir giring e ku mirov ne xwedî heman nerîna hikûmetan be, bêyî ku mirob bitirse ku ji bo vê bîrûboçûnê bê cezakirin. Ev xala destûrê xebata azad diçesipîne û misoger dike. Mirov dikare ji gelek tiştan re bêje ev huner e, bêyî ku herkes xwedî heman nerîn be. Eger dewlet piştgiriya hunermendekî bike û hunera vî hunermendê ne bi dilê hikûmetê yan jî xelkê be, hingî dewlet ranabe û pereyên xwe ji hunermendî nastîne. Tiştek baş e ku ewqas azadî hebe ku mirov tiştên ku hê hez nake, tehmûl bike û bipejirîne. Li cem me siyaset destdirêjiya hunerê nake.
Erkê hunermend di civaka wî de çi ye? Klaus Staeck: Pêwîst nake ku hunermend pi pêlê re bimeşe û bi civakê re di hemû xalan de heman nerîn be. Em dibêjin ku divê hunermend xwiya di şorbê de be. Ez bi xwe ne piştgirê wê gotinê me ku dibêje "huner tenê ji bo hunerê". Dîtineke min a rexnegir heye û ez dixwazim bi hunera xwe rewşa heyî rexne bikim. Hunermendin din jî hene ku tabloyên spehî ji bo dîwarên kirêt çêdikin. Her hunermend azad e. Li cem me tiştek bi nave "hunera dewletê" tuneye. Ev xala herî giring e.
Çand çawa dikare civakên paşdemayî bi pêş xîne û sîstemên ne demokratîk têk bibe? Klaus Staeck: Çand bê sînor e. Ji bo me giring e bê çand çawa dikare bibe xwedî bandor li ser dîmokratiyetê. Ji ber ku li piraniya dewletên cîhanê demokratî pêk nayê, ev dibe erkeke mezin ku mirov dikare di rêya çandê re hewil bide wî pêk bîne. Çand tim derfetê dide ku strukturên tevlihev û hişk têk bibe. Ev yek derfeteke mezin e ji bo wê wê, çimkî ew bi zimanekî din diaxive, ne bi zimanê siyasetvanan, ne jî bi zimanê jiyana rojane. Tiştek veşartî di çandê de heye û ji ber vê yekê lê hêja ye ku mirov wê belav bike.
Te çi radeyê Akademiya Hunerê amade ye piştgiriya hunera li herêma Kurdistanê bike? Klaus Staeck: Em akademiyeke neteweyî ne û derfetên me yên aborî sînorkirî ne. Lê em amade ne ezmûna xwe pêşkêş bikin û piştgiriya hunerê bikin di pêşdebirina demokratiyê de.
BERLÎN (amude.com) - Siyasetvan û nivîskarê kurd Ehmed Mihemed Mistefa, ku bêtir bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, di 27ê nîsana buhurî de ji zindana navendî li Helebê serbest hat berdan. Li gor agahiyên malpera KurdWatch.org li dijî Rustem li gor bendên 267, 288 û 307 yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Doza Pîr Rustem di nav destên Dadwerê Leşkerî li Helebê de ye. Pîr Rustem, ku zewicî ye û bavê du zarokan e, di 5ê çiriya paşîna 2009ê de li Cindirêsê li navçeya Efrînê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Helebê ve hatibû girtin. Beriya wê bi çend rojan ew ji Kurdistana Iraqê vegeriyabû, ku wî li wê derê çend meh derbas kiribûn. Ji bilî xebata wî wek nivîskar – çar pirtûkên wî yên çîrokan bi zimanê kurdî hene – Rustem herweha endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar e. Ew herweha endamê Encûmena Niştimanî ya Daxuyaniya Şamê ye.
BERLÎN (amude.com) - Li dijî êrîşkerekî li bajarê Nürnbergê yê elmanî doz hat vekirin. Zilamê 24-salî di 28ê nîsana 2010ê de di metroya Nürnbergê de êrîşî ciwanekî 17-salî kiribû û hindik mabû wî bikuje. Li gor daxuyaniyeke Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewropayê (KOMKAR.eu) gorî endamek wê ye û navê wî Berzan B. ye. Ji ber derbeyên giran li dijwî Berzan ji hişê xwe ve çûbû û pistî mudaxeleya acil dilê wî dîsa lêdana xwe berdewam kir. Ew ji hingî ve di komayeke çêkirî de ye û di nexweşxaneyê de tê dermankirin. Piştî êrîşê bi rojekê êrîşker xwe teslîmî polîsan kir û li dijî wî doz hat vekirin. Li gor agahiyên polîsan êrîşker Nazî ye û Berzan B. çalakvanek
grûpên ekstremîstên çepgir e ku gelek caran beşdarî çalakiyên li dijî Naziyan bûye.
Ez 21-salî bûm dema ez di payîza 1998ê de bûm endamê Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD). Eger ez îroj li xwe mûkir werim, hingî min nedizanî bê çima SPD û ne partiyeke din. Sedema ku ez hingî bûm endamê SPDê çalakiyeke mezin a ji bo hilbijartinên parlamentê bû, ku ji aliyê rêxistina ciwanên SPDê ve hatibû amadekirin. Wan hingî ji min pirsî, min jî got erê. Hingî heyşt sal di ser hatina min a Elmanyayê re derbas bûbûn û min dixwest xurtir bikevim nav civaka elmanî. Piştî min programa SPDê xwend, min ev partî bêtir nêzîkî bîrûboçûnên xwe dît. Min dizanî bê ev partî çi dixwaze û ji bo çi dixebite. Ez ta roja îroj endamê SPDê me.
Gelek caran ez ji xwe dipirsim bê çima ez nabim endamê partiyeke kurdî; partiyeke xwedî programeke maqûl û endamine ku kêm-zêde mîna min difikirin. Ji dema ku tê bîra min, armanca min tim ew bû ku balê bikişînim ser rewşa miletê xwe û ji bo baştirkirina rewşa wî çalak bim. Ji wê rojê û ta niha jî ez li partiyeke kurdî digerim, ku programa wê ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî li Sûriyê zelal û eşkere be; programeke ku hemû xalên wê ji bo herkesî zelal bin, ku pirsek bê bersiv nemîne. Ez li partiyekê digerim ku dizane çi dixwaze û çawa xwestekên xwe bi cî bîne. Ez li partiyekê digerim ku armanca wê ya sereke ne hizbîtî be, lêbelê bicîanîna bendên programa wê be. Ez li partiyekê digerim ku ez tê de bibim endam, ne sofiyê serokekî ebedî. Dixwazim bibim endamê partiyekê, ku maf dide min vekirî û eşkere siyaseta partiya xwe rexne bikim bêyî ku mohra xayintiyê yan jî perçebûnê li min bê xistin. Ez çavên xwe li partiyekê digerînim, ku ji bilî avêtina dirûşm û gotinên qelew, siyaseteke maqûl û berhemdar pêk bîne. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku kesayetiya wê xurt be, lê ne koleya berjewendiyên partiyine din li beşên din ên Kurdistanê be. Li partiyekê digerim ku zarok û ciwanan, qîz û xortan, ji hembêza dayikên wan narevîne û naşîne şerekî ji bo armancine nediyar, da ku piştre di tabûtan de vegerin malên xwe. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku bikaribe çend salan bijî bêyî ku perçe bibe. Ez li partiyekê digerim ku ji kesên serbixwe û zane netirse û ji ezmûnên wan sûdê bigire. Dixwazim bibim endamê partiyeke nûjen ku xwe berdewam nû dike û di nav toza dîrokê de nemîne.
Eger partiyeke wilo hebe, jê tika (reca) dikim ku zû forma endametiyê ji min re bişîne, da ku bibim endamê wê.
Navê wî Ehmed Remedan, lê wek hunermend bi nave Şeyda hatiye naskirin. Dema ku di destpêka salên 2000î de li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê sê xortên kurd bi navê "Koma Orkêş" yekemîn berhema xwe weşand, hingî kêm kesan Şeyda nas dikir. Lê piştî ku stranên mîna "Dîlber" û "Xwezî Esmer" di nav hezkiriyên hunerê de mîna birûskê belav bûn, Şeyda dest bi dagîrkirian dilan kir, ne tenê dilên Kurdên li Kurdistana Sûriyê, lê herweha li seranserî Kurdistanê, belkû li seranserî cîhanê. Hin hunermend hene ku stranên wan ji wan binavûdengtir in. Şeyda yek ji van hunermendan e. Dibe ku ew li kolanên Kurdistanê bimeşe bêyî ku zêde kes wî nas bikin. Lê qet ne gengaz e ku stranên hunermendê 39-salî neyên naskirin. Ev yek di rêzekonsêrtên Newrozê yên Şeyda li Ewropayê eşkere bû: Di her heft konsêrtên wî yên li Elmanya, Nerwic û Holandayê de salon tim tije bûn. Dema mirov rastî Şeyda tê, mirov rastî mirovekî fedyokî tê, ku kêm diaxive, kêm dixwe, kêm vedixwe û kêm xew dike. Ew mîna mirovekî ji serdemeke kevn e. Lê hunera ku ew pêşkêş dike, mirovî ji serdema tevliheviyê di jiyana kurdî de direvîne û dibe cîhaneke xweş û aram: cîhana evîn û dildariyê. Şeyda nakeve qalibê ku piraniya hunermendên kurd di dema me ya îroj de ji xwe re çêkiriye. Qalibê wî taybetî ye: qalibê mirovê resen ê ku çendîn navdar jî bibe, lê wek xwe dimîne, xwe di ser kesî re nabîne û jiyaneke bêdeng dijî. Şeyda mirove taybetî ye, xwedî hunereke taybetî ye. Ew ne tenê stranan pêşkêş dike, lê herweha peyvên wan dinivîsîne û wan awaz jî dike. Bi helkefta hatina wî ya Ewropayê rojnameya Rûdaw bi Şeyda re hevpeyvîneke taybetî pêk anî.
* * * * *
Rûdaw: Tu di warekî de bi ser ket, ku gelek kes tê de têk çûn: Stranên evînî. Tu sirê serketina xwe di çi de dibînî? Şeyda: Ji bo serketina stranê sê tişt pêwîst in: helbest, awaz, deng û dabeşkirina mûzîkê. Ku ev di stranekê de peyda bibin, hunermend bi ser dikeve. Ez tim hewil didim ku ew di berhemên min de peyda bibin.
Rûdaw: Tu çima giraniyê didî stranên evînî? Şeyda: Min ne tenê stranên evînî gotine. Yê ku xweşik têkeve hundirê helbestên ku min hilbijartine, û bêtir tê de kûr bibe, wê bibîne ku strana ez dibêjim, ne tenê ya evînî ye. Di kasêta xwe ya dawî de min li dê, li ser bûhirandina salan, li ser Kurdên ku koçber bûne, min li ser gelek mijaran stran gotine. Her helbestek tiştekî dide mirovî.
Rûdaw: Tu çi ji stranên xwe distînî? Şeyda: Armanca min a sereke ji strangotinê ew e ku ez bikaribin xizmetekê ji strana kurdî re bikim. Ev tişt ji destê min derdikeve. Eger demek hat û min naskir ku ezê nikaribim tiştekî zêde bikim, ezê dev ji hunerê berdim.
Rûdaw: Tu di xebata xwe ya hunerî de rastî kîjan astengiyan tê? Şeyda: Çi karê ku hebe, astengiyên wî hene. Bi taybetî nepeydabûna amûrjenên kurd li cem kêşeyeke mezin e. Wek mînak kesek Kurd tune ku li çêlo bixîne, yan klarînêt an gîtara klasîk, an tune ne, yan jî kêm in. Rewşa me ya aborî jî astengiyeke din e. Rast e zehmetî heye, lê em rêyan ji xwe re peyda dikin.
Rûdaw: Tu ji hunera xwe dijî? Şeyda: Min huner ji xwe re nekiriye karek ku ez jê bijîm. Ji xwe hunera kurdî nan zêde nade hunermendê kurd. Tevî ku min di sala 1993ê de xwendina mûzîkê bi dawî aniye, lê ez di vî warî de kar nakim. Ez karê avdaniya zeviyan dikim. Ez pêşî karker im, piştre ez hunermend im. Min xweşbûna xwe wilo dîtiye.
Rûdaw: ne tenê li Sûriyê hezkiriyên hunera te hene, lêbelê li seranserî Kurdistanê. Te çima ta niha serdana başûrê Kurdistanê nekiriye? Şeyda: Ez gelekî dixwazim biçim wir, bi kêfxweşiyeke mezin. Lê mixabin ta niha derfet çênebûye. Sedem jî bi rewşa min ve girêdayî bûn. Lê ez bi nêt im ku di demeke gelekî nêzîk de serdana başûrê Kurdistanê bikim.
Rûdaw: Di nav hunermendên kurd de zikreşî û çavnebarbûn heye. Tu li ser vê yekê çi dibêjî? Şeyda: Ez her hunermendek kurd wek xuşk û birayê xwe dibînim. Em tevde di bin siya hunera kurdî de digihên hevdû. Huner ciyê hezkirinê û hestên tenik e, ciyê zikreşî tê de tune.
Rûdaw: Mirov te kêm di televizyonên kurdî de dibîne. Klîpên te jî pir kêm in. Mirov hest dike ku tu û klîpan tucarî nabin dost. Çima? Şeyda: Rast e, xebera te ye. Ez ne akter im, ez stranbêj im. Klîp warek din e ji warê min. Ez û teknîka nû ne li hev in. Ez ne internêtê bi kar tînim, ne jî gelekî ji axavtina ser telefonê hez dikim. Lê ez di warê hunerê de sûdê ji teknîka nû digirim. Ev besî min e.
Rûdaw: Tu zewicî yî û bavê du zarokan î: Awat û Hêma. Xanima te çawa li hunera te dinere? Şeyda: Xanima min jî hunermend e, ew nîgarkêş e. Em herdu piştivaniya hevûdu dikin. Gelek caran ez nerîna xanima xwe li ser stranên nû distînim. Min strana xwe ya pêşî ya bi navê "Dîlber" ji bo xanima xwe çêkiribû.
BERLÎN (amude.com) - Komela Pijîşkên Kurd li Elmanyayê wê dawiya meha gulanê
civîna xwe ya salane pêk bînin. Civîn wê di rojên 29 û 30ê gulana 2010ê de li
bajarê Moers li herêma Nordrhein Westfalen li dar keve. Di vê civînê de
wê encamên lêkolînên nû li ser komek nexweşiyên mîna asthma bên pêşkêşkirin.
Herweha wê agahiyên li ser amadekariyên ji bo Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê
li Diyarbekirê di sala 2011ê de bên ragihandin. Komela Pijîşkên ji Kurdistanê li Ewropayê
di sala 1978ê de hatibû damezirandin. Di 9ê gulana 1992ê de navê wê hatibû guhertin
û ji hingî ve navê wê bûye Komela Pijîşkên Kurd li Elmanyayê.
[www.kurdische-aerzte.de].
Ev kiryar û gotinên Şivan Perwer ne layiqî hunermendekî kurd in, ku xwe
wek dengê gelê kurd dibîne. Şivan Perwer bi van gotin û êrîşan
sînorên xwe derbas kirine û divê bi tundî bê şermezarkirin. Divê ew lêborîna
xwe ji rojnamevanên kurd bixwaze.
Şivan Perwer li Elmanyayê dijî. Li vî welatî qanûn mafê azadiya nerînê
diparêze. Divê Şivan Perwer van qanûnan qebûl bike. Eger ew di wê baweriyê
de ye ku kesekî mafekî wî binpê kiribe û tiştên çewt li ser
wî belav kiribin, bila fermo bike û biçe pêşiya dadgehê gilî bike.
Êrîşên li dijî rojnamevanan, tehdîdên kuştinê û pîskirina wan
karên çete û tawankaran e, ne karên hunermendan e, ger ew xwe hîn hunermend dibîne.
Tenê qanûn dikarin Şivan Perwer di ciyê wî de rawestînin.
BERLÎN (amude.com) - Ew ji bo şeş salên din jî
dimîne serokê Nemsayê (Austria): Di hilbijartinên serokatiyê de
Heinz Fischer (71) îroj bi ser ket. Dostê Kurdan Fischer dora 80ê ji sedî
ji dengan qezenc kirin. Berî salekê Heinz Fischer di hevpeyvînekê
de ligel rojnamevan Sîrwan H. Berko eşkere kiribû ku ew xwe wekî dostekî Kurdan
dibîne. Hingî Fischer gotibû: "Min Mele Mistefa Barzanî jî nas dikir,
ku tim bi cilûbergên xwe yên ser di parlamentê
de serdana min dikir. Ez dixwazim ku Kurd bikaribin jiyaneke dadmend bijîn." Hevpeyvîna ku hingî
di rojnameya Rûdawê de hatibû weşandin,
dikare li vê derê bê xwendin:
[Serokê Nemsa Heinz Fîscher: Ez dostê Kurdan im].
Şivan Perwer ligel Huseyin Gazi Coşan
ji balyozxaneya Tirkiyê li Elmanyayê.
Ji mafê herkesî ye ku henekan bike. Mirovên ku dizanin henekan bikin, mirovine dinyadîtî û xwedî ezmûn in. Kesên ku dizanin henekan bikin, pir kêm in. Hin henek hene xweş in, hinên din bayix, ango bêtaam in. Hin henek jî hene bêwate ne û dikarin kesên ku dibin armanca henekan, sivik û pîs bikin. Heneka Şivan Perwer a li ser Pêşmergeyan jî sivikkirin û pîskirina Pêşmergeyan e.
Çi cara ku Şivan Perwer serdana Kurdistana Iraqê dike, Pêşmerge ne yên ku wî diparêzin. Pêşmerge ji hunermendê xwe hez dikin û qedrê wî digirin. Ji xwe strana "Wa hatin Pêşmergên me" - ku ev stran bi dengê wî binavûdeng bûye, lê stran bi eslê xwe xebateke hevbeş a Naif Haco, Alan Botan û Şêrgo Edîb e, ku di salên heyştê de li Helebê hatibû amadekirin û piştre Alan Botan ew ligel komek ji stranên xwe
yên din dabûn Şivan, lê di kasêtên xwe de Şivan xwe kiribû xwediyê gotin û awazên wan stranan - yek ji xweştirîn stranên bi dengê Şivan Perwer e. Pêşmerge ji vê stranê hez dikin. Ew ji Şivan hez dikin. Lê bi heneka xwe ya sê caran dubarekirî li pêşiya bêtir hezar kesên di konsêrta xwe ya li Berlînê de, Şivan îhaneteke mezin li Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Ku îrojroj beşek ji Kurdistanê azad e, bi xêra Pêşmergeyan e. Ku îroj Kurdistana Iraqê ewletirîn herêma Iraqê ye, bi xêra Pêşmerge û leşkerên kurd e. Bi taybetî ew Pêşmergeyên wan rojan ciyê rêzgirtineke bêsînor in. Mirov ser hesabê wan henekan nake! Rastiya ku di konsêrtê de kevneendamek parlamenta Tirkiyê û nûnerên balyozxaneya Tirkiyê li Berlînê jî amade bûn, sedemeke din e ku mirov Pêşmergeyan nake armanca henekeke ewqas bayix û bêwate.
Ji dema ku endamên hikûmeta Tirkiyê ji Şivan Perwer dixwazin ku vegere Tirkiyê, Şivan Perwer ser xwe çûye. Şivan şevekê yan konsêrtekê bernade bêyî ku ew teqez bike ku ew ne hunermendek biqail e, lê bêtir mirovek ku tirêna zanebûn û rewşenbîriyê lê çûye bêyî ku Şivan bikaribe lê siwar bibe. Çendîn Kurd qedrê Şivan Perwer digirin, çendîn hikûmet û serokatiya Kurdistana Iraqê qedrê Şivan digirin û di gelek munasebetan de destên wî yên dirêjkirî tije dollar dikin, ewqasî Şivan ser xwe çûye û nizane xwedî li vê rêzgirtinê derkeve.
Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer hişyar bibe. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer rêzê li xwe û miletê xwe bigire. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku axavtinên wî yên bêwate di konsêrtan de ziyanê digihînin wî û hezkirinên muzîka wî. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer bizanibe ku berjewendiyên wî yên şexsî ne li ser hesabê xelkê ye. Êdî dem hatiye ku Şivan Perwer lêborîna xwe bixwaze ji her Kurdekî, bi taybetî ji her Pêşmergeyekî Kurdistanê. Êdî dem hatiye ku desthilata kurdî Şivan Perwer baş nas bike!
BERLÎN (amude.com) - Yekemîn filmê bi zimanê kurdî ku li Kurdistana Tirkiyê
hatiye kişandin, di sînemayên Elmanyayê de tê nîşandan. Filmê
"Min Dît - Zarokên Diyarbekirê" yê derhênerê elman-kurd Miraz Bêzar (41)
behsa rewşa li Kurdistana Tirkiyê di salên notî yên buhurî de dike.
Ew behsa kuştina Kurdan ji aliyê zilamên dewletê ve dike. Ew
herweha rewşa goriyên kurd, bi taybetî zarokên kolanan,
tîne ber çavan.
Bernama Kurdî ya radyoya elmanî WDR - Funkhaus Europa, ku her roja yekşemê ji seet
18.00 ta 19.00 weşana xwe dike, di bernameya xwe ya vê hefteyê de behsa "Min Dît"
dike. Rojnamevan Sîrwan H. Berko ev bername amade kiriye.
[
Bitikîne û guhdar bike]. "Min Dît" di van sînemayan de tê nîşandan: www.min-dit.com
BERLÎN (amude.com) - Do li Berlînê paytexta Elmanyayê hunermendê binavûdeng
Şivan Perwer Pêşmerge îhanet kirin.
Di konsêrta xwe ya di "Haus der Kulturen der Welt" de Şivan bi zimanê
elmanî behsa Pêşmergeyan kir û got: "Ew do şêr bûn, lê îroj zikmezin
in." Piştî ku wî bi devekî biken ev hevok got, wî sê caran destên
xwe anîn pêş û daxistin mîna ku zikekî mezin nîşan dide.
Çendîn Şivan Perwer ev yek wek tinaz got û pê re dikeniya,
lê axavtina wî bû ciyê nerazîbûna gelek kesên amade.
Ev yek bû sedem ku komek kes ji salonê derkevin. Bêtirî hezar kes amade bûn.
Di nav kesên amadebûyî de komek ji welatiyên elman hebûn,
ku hevserokê Partiya Keskan a Elmanî Cem Özdemîr jî yek ji wan bû.
Herweha kevneparlamenterek AKPê ji Enqereyê hatibû Berlînê û
ligel nûnerên balyozxaneya Tirkiyê beşdarî konsêrtê bû.
Şivan Perwer çend caran bi zimanê
tirkî axivî û herweha stranek bi zimanê tirkî pêşkêş kir.
HELEB (amude.com) - Endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê yekşema buhurî xwendekarê kurd
Azad Ebdilrezaq Welî di mala wî ya li bajarê Helebê de girt. Welî xwendekarê
beşê înformatîk yê Zanîngeha Helebê ye û herweha berpirsê
koma xwendekarên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ye. Ta niha sedemên girtina
wî ne diyar in. (Çavkanî: www.kurdwatch.org)
Bi îdîaya ku wan hewil daye "beşekî ji xaka Sûriyê cuda bike, da ku wî bi dewleteke biyanî ve girêbide"
Dadgeha Ewlekriya Dewletê li Şamê di 18ê nîsana 2010ê de pênc sal zindan li çar welatiyên kurd birîn. Dadgehê bendê 267ê yê qanûna tawanan li ser van kesan pêk anî. Ev ne cara pêşî ye ku Dadgeha Ewlekriya Dewletê li Şamê bi vî awayî welatiyên kurd ji bo salên dirêj dixe zindanê. Li Sûriyê çi yekî bêje "ez Kurd im" an bi zimanê kurdî bixwîne yan binivîsîne û ji dewleta Sûriyê doza mafên xwe yên rewa wek welatiyekî sûrî yê kurd bike, xwe dixe metirsiya ku li ser esasê bendê 267ê wek mirovek separatîst, ango cudaxwaz, bê tawanbarkirin.
Ji dema ku rêjîma Bees li Sûriyê bûye desthilatdar, wê welatiyên sûrî li ser wî esasî perwede kiriye ku li Sûriyê tenê Ereb hene. Ji xwe navê dewletê "Komara Erebî ya Sûriyê" ye. Di nasnameya welatiyê sûrî de hatiye nivîsandin ku ew "welatiyê erebî yê sûrî" ye. Û navê partiya desthilatdat jî "Partiya Bees a Erebî ya Sosyalîst " e. Dirûşma vê partiyê jî ev e: "Neteweyek erebî ya yekgirtî ya xwedî peyameke hemdemî". Wek xala pêşî ya "prensîpên bingehîn" di rêbaza Partiya Bees de hatiye nivîsandin: "Ereb yek netewe ne, mafê wan yê sirûştî ye ku di yek dewletê de bijîn. […]" Di rêbazê de herweha hatiye nivîsandin ku "welatê Ereban yekîtiyeke siyasî ya aborî ye, ku nayê perçekirin û ne gengaz e ku mercên jiyana ti dewlet ji dewletên erebî pêk bên ku ji yên din cuda be". Piştre hatiye nivîsandin ku "neteweya erebî yekîtiyeke çandî" pêk tine. Di dawiya xala prensîpa pêşî ya partiyê de hatiye nivîsandin: "Welatê Ereban ji Ereban re ye. Tenê ji mafê wan e ku biryarê di karûbarên wî, serwetên wî û îdarekirina çarenivîsa wî de bide."
(biner li: www.baath-party.org/constitution_detail.asp?id=1)
Li gor rêbaza Partiya Bees gerek Dadgeha Ewlekriya Dewletê li Şamê tevaya birêvebir û endamên partiyê li gor bendê 267ê bi kêmanî pênc salan bixe zindanên pirjimar ên Sûriyê! Çimkî ev partî eşkere dixwaze Sûriyê bi dewleteke biyanî ve girêbide!
Siyaseta rêjîma Bees hiştiye ku beşek gelekî mezin ji welatiyên sûrî nizanibin bê Kurd çi ne û kî ne. Kesên kêm ku Kurdan nas dikin jî, şaş dimînin dema Kurdek doza mafê xwe dike. Mîna ku ew mirovek ji merîxê hatiye û doza mafine dike ku dûrî aqilê mirovan e. Wek çawa zimanê Ereban erebî ye, zimanê Kurdan kurdî ye. Wek çawa "Welatê Ereban" heye, ku xewna her Erebekî ye ku tevaya welatên erebî li jêr vî navî bibin yek, welatê Kurdan jî heye û navê wî Kurdistan e.
Bi kurtî: Kurd ne Ereb in. Mafê welatiyên kurd heye ku li Sûriyê mîna welatiyên ereb bi zimanê xwe bên perwerdekirin, çanda xwe bijîn û nûnerên wan di dewletê de hebin. Xalek bingehîn heye, ku li Sûriyê Kurd û piraniya Ereb û neteweyên din li Sûriyê jê bêpaar in: hilbijartinên azad û demokrat, ku derfetê bide welatiyan ku biryarê li ser jiyana xwe ya rojane bidin.
Kurd naxwazin ji Sûriyê cuda bibin. Ew dixwazin li Sûriyê wek Kurd bên pejirandin û ji ber kurdbûna xwe neyên çewisandin, girtin û kuştin. Kurd dixwazin di Sûriyeke azad û demokrat de bijîn, ku cudahiyê naxe nav welatiyên xwe û mafê welatiyên xwe binpê neke ku bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin.
FRANKFURT A. MAIN (amude.com) - Ji bo hezkiriyên muzîka kurdî çalakiyeke balkêş: Li bajarê Frankfurt am Mainê konserteke pop, rock û reggae pêk tê. Hunermendên kurd Ebas Ehmed û Hejar Temo wê ligel grûpa xwe ya muzîkê û herweha hunermendê reşik Ging Dubby beşdarî vê êvara muzîka cîhanî bibin. Ev konsêrt wê roja 14ê vê mehê li Zanîngeha Frankfurtê li dar keve. » bixwîne..
HAMBURG (amude.com) - Çîroknivîsê kurd Enwer Karahan wê ji Swêdê bê Hamburgê û çîrokên xwe bixwîne. Ev çalakî we di çarçeweya "Rojên Edebiyata Kurdî" de pêk bê, ku wê ji 6 ta 8ê meha bê li bajarê Hamburgê li Elmanyayê li dar kevin. Ji bilî Karaha wê herweha helbestvan Edîb Çelkî û nivîskar Eskerê Boyîk beşdarî vê çalakiya wêjeyî bibin. Malpera Amûdê tevaya programa "Rojên Edebiyata Kurdî" diweşîne: » bixwîne..
BRÛKSEL (amude.com) - Bêtirî çar salan ji dagîrkirina balyozxaneya Suriyê li Brûkselê dewleta Suriyê diçe pêşiya dadgehê. Berî çend rojan dadgeheke li Brûkselê name ji ji sîûsê welatiyên kurd li Hollanda û Belcîkayê re şandin û ji wan xwest ku roja 29ê vê mehê li pêşiya wê amade bin. Li ser daxwaza dewleta Suriyê dadgeh wê careke din li ser bûyera balyozxaneya Suriyê raweste. Rojekê piştî ragihandina mirina Şêx Meeşuqê Xeznewî di yekê hizêrana 2005ê de dora 31 welatiyên kurd êrîşî balyozxaneya Suriyê li Brûkselê kir û li şûna ala Suriyê ya Kurdistanê hilda. » bixwîne..
BERLÎN (amude.com) - Çîroka mirina kameramanê kurd Dêrsim Cemîl (40) dibe mijara bernameyeke televizyonê ya elmanî. Kanala RTL wê îşev di bernameya xwe "Spiegel Tv" de behsa çîroka xemgîn a Cemîl bike. Kameramanê ji Kurdistana Suriyê di 15ê tebaxa îsal de ji gemiyekê ket û di çemê Mainê de fetisî. Wî hingî wekî kameraman li ser gemiyê dîmenên dawetekê dikişandin. "Spiegel Tv" îşev seet 21:55 tê weşandin. » bixwîne..
DORTMUND (amude.com) - Ji bo bibîranîna kesayetiya kurdî Mihemedê Mele Ehmed li bajarê Dortmundê çilrojiya wî tê amadekirin. Komîteya Hevbeş a Kurdên Surî li Elmanyayê û malbata Mele Ehmed dixwazin çilrojiyê roja 08.11.2009ê pêk bînin. Mele Ehmed di 29.09.2009ê de mir. Çilrojî wê li Gartenverein Nora, Eber str. 46, 44145 Dortmund, li dar keve û seet 14.00 dest pê bike. Bi vê helkeftê li ser jiyan û xeabat Mihemedê Mele Ehmed malperek hatiye avakirin: www.mihemede-mele-ehmed.com. » bixwîne..
Ji roja sêşemê ve girtî ye: Behcetê Begê (wêne: prîvat)
BERLÎN (amude.com) - Sêşema buhurî li bajarê Amûdê kesayetiya kurdî Behcet Mihemed Elî Ibrahîm (Begê) ji aliyê hêzên dezgeha ewlekariya siyasî ve hate girtin. Li gorî daxuyaniyeke Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Suriyê (Yekîtî) Ibrahîm di heman rojê de hate veguhestin ji bo dezgeha ewlekariya siyasî li Hisiçayê û ta niha rewşa wî ne diyar e. Behcet Begê 51-salî û bavê şeş zarokan e. » bixwîne..
BERLÎN (amude.com) - Îşev dema havînî bi dawî tê û mirov dikare seetekê dirêjtir xew bike. Li piraniya welatên Ewropayê wê seet 03.00ê sibehê demjimêr seetekê bên bipaşxistin ji bo seet 02.00. » bixwîne..
BERLÎN (amude.com) - Penaberên kurd li wîlayeta Niedersachsen a elmanî dikarin bêhna xwe derxin: Şandina wan ji bo Suriyê hate rawestandin. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, koma "Härtefallkommission" a Niedersachsenê hişt ku li Ammerlandkreisê niha ti penaber neyên şandin Suriyê. Bi vê yekê ihtîmaleke mezin çêdibe ku li seranserî Niedersachsenê û Elmanyayê jî êdî şandina penaberan bê rawestandin. Sedema vê guhertina rewşê girtina komek ji penaberên kurd e ku piştî vegerandina wan ji Elmanyayê li Suriyê hatin girtin û ji hingî ve di zindanên rêjîma Suriyê de ne. » bixwîne..
STOCKHOLM (amude.com) - Sê rojan piştî mirina hunermend Erdelan Bekir sibe termê wî tê şandin ji bo Kurdistanê. Malbat û dostên Erdelan wê pêşî ji seet 13.00 ta 14.00 li nexweşxaneya Karolinskayê li Stockholmê xatir jê bixwazin. Piştre ewê termê wî bibin balafirgeha Arlandayê, ku ji wir balafireke Vîkîng Airlines wî wî bibe Hewlêrê. Erdelan Bekir di seetên pêşî yên yekşema buhurî de li paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê (seretan) mir. » bixwîne..
BERLÎN (amude.com) - Nivîskarê kurd Firat Cewerî îşev sibe mêvanê programa "Ewroname"yê ya di TRT6ê de. "Ewroname" li mal û cihê karê Firat Cewerî dibe mêvan û jiyana wî û malbata wî ya malê tîne ser ekranên TRT6ê. Di vê programê de Firat Cewerî behsa jiyana xwe ya zaroktiyê li gundê xwe û li Nisêbînê dike û di hevpeyvînê de jî behsa kovara Nûdemê û nivîskariya xwe dike. "Ewroname" bernameyeke hefteyî ye ku li Ewropayê tê çêkirin û her rojên sêşemê seet 22.15 (dema Kurdistanê) û 21.15 (dema Ewropayê) tê weşandin û roja çarşemê seet 06:00 (dema Kurdistanê) û 05.00 (dema Ewropayê) tê dubarekirin. Ji bo temaşekirina di internêtê de vê navnîşanê bitikînin: www.trt.net.tr/Canli/anasayfa.aspx?kanal=TV6. » bixwîne..
Piştî weşandina daxuyaniya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê li ser rawestandina çalakiya protestoyê ku gerek sibe li Qamişloyê pêk hatiba, Malpera Amûdê ev hevpeyvîn bi endamê komîteya navendî ya Yekîtî Ismaîl Hemê re pêk anî. » bixwîne..
Partiya Yekîtî sibe li Qamişloyê çalakiya protestoyê pêk nayne.
QAMIŞLO (amude.com) - Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê gavek bi paş ve avêt û çalakiya xwe ya protestoyê ya ku gerek sibe pêk hatiba, rawestand. Di daxuyaniyeke xwe ya bi zima nê erebî de, Yekîtî eşkere kir ku "di rojên dawî de dezgehên fermî li parêzgehê çend caran peywendî bi hin serkêşên partiya me re danî û ji me doza paşgavavêtina ji xwepêşandanê kir û di encama têkiliyên ku îroj pêk hatin, di rêya parêzgerê Hisiçayê re û ji aliyê mudîrê mentîqeya Qamişloyê ve helwesta rêjîmê giha me, ku dethilata siyasî daxwaza me ji bo pêkanîna civîneke nêzîk di navbera serokatiya li Şamê û serokatiya partiya me de ji bo rawestandina li ser rêyên çarserkirina Pirsa Kurdî bi şêweyekî demoqratyane û di rêya diyalogê re dipejirîne". Yekîtî berî çend rojan bangî pêkanîna çalakiyeke protestpokirina rêjîma Suriyê kiribû, ku gerek sibe li Qamişloyê pêk hatiba. » bixwîne..
STOCKHOLM (amude.com) - Îroj dora seet duduyê sibehê di nexweşxaneya Karolinskayê de li Stockholmê hunermendê kurd Erdelan Bekir mir. Ev demek bû ku Erdelan ji ber nexweşiya penceşêrê (seretan) di rewşeke tenduristiyê ya pir xerab de bû û jiyana xwe di nexweşxaneyê de derbas dikir. Erdelan ne zewicî bû û zarokên wî jî tune ne. Hunermendên kurd komîteyek ji 7 kesan pêk aniye û li ser kar dikin ku termê Erdelan bişînin Hewlêrê. Roja şemiya bê (17.10.2009) li Resturanga Dîdar li Halonbergen li Stockholmê ji seet 13.00 ta 18.00 şîniya Erdelan pêk tê. » bixwîne..
Yekîtiya Ewropa dixwaze peywendiyên xwe bi Suriyê re xurt bike.
BRÛKSEL (afp/amude.com) - Piştî salên dirêj ji hewildanan Yekîtiya Ewropa wê dawiya vê mehê ligel Suriyê peymaneke hevrakiyê imze bike. Îroj ji derûdorên dîplomatan hate ragihandin ku nûnerên dewletên Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekê li hev kiriye. Ji ber rexneyên dijwar li dijî rewşa mafên mirovan li Suriyê imzekirina vê peymanê bi salan dirêj kir. Gerek ew di 26ê vê mehê de li Luksemburgê bê imzekirin. » bixwîne..