Di sala 2015'an de astronom (esmannas) sê gerstêrk vedîtin. Ev gerstêrk di buûta cîhanê de bûn û li derdora stêrka bejnbihost de diçerixiyan. Tîpeke di bin pêşawatiya Michaël Gillon'ê ya ji Zanîngeha Liège a Belçîkayê de, li Riwangeha La Sillayê ya Şîle de, bi bikaranîna fotometreya transît van gerstêrkan zexm kirin. Wexta ku vî karî jî dikirin, ew teleskopa bi navê Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST) bikaranîn. Di 22yê Sibata sala 2017'an de hate diyarkirin ku esmannas çar gerstêrkek ji yên din cûda dîtin. Piştî vê daxuyandinê Teleskopa pir mezin a ku di Paranalê de ye û Teleskopa Fezayê ya Spitzer a NASAyê jî hatin bikaranîn. Bi saya van teleskopan agahiyên xurttir ji NASAyê re hatin û piştre NASA daxuyand ku ji van gerstêrkan, a herî kêm sê bi têhevî di nav 7 gerstêrkê de herêma jiyanbar mumkûn e.
Stêrka ku li navenda sîstemê ye, di sala 1999'an de, di projeya 2MASS de hate vedîtin. Ji kataloga li dû re, bi navê "2MASS J23062928-0502285" hatiye derbasbûn. Di vê navdayînê de hejmar, dûringa rast û dûringa çik a derawaya stêrkê nîşan didin. Tîpa 'J' jî salnameya julianî nîşan dide.
Piştre sîstem ji aliyê tîpeke ji Zanîngeha Liège ve hate vekolandin. Ew çavdêriyên xwe bi bikaranîna Teleskopa TRAPPIST ji rezberê heta kanûna sala 2015'an kirin û encamên ku ji vê çavdêriyê derketin, di hejmara gûlana 2016 ya kovara Nature de hate pexşandin. Navê stêrkê jî ji aliyê vebîneran ve wek kurtasiya navê teleskopa Transiting Planets and Planetesimals Small Telescope (TRAPPIST), navê TRAPPIST-1 hate dayîn.
Gerstêrk li gorî rêzeya keşfbûnê hate terxandin (bi navkirin) û ji bo gerstêrka yekem tîpa 'b', ji ê duyem re jî tîpa 'c' hate bikaranîn. Li derdora TRAPPIST-1 sê gerstêrk hate vedîtin navên wan wek b, c û d hate wekatkirin. Beşa duyem a keşfan jî wekî yekem navên wan e, f, g û h hate diyarkirin. (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1917 – Di encama têkoşîna şoreşê de ku bi grevan dest pê kir û gihişt heta serhildanan, hikumeta Rûsya ya Çar hate hilweşandin. Rêveberiya Sovyetê û Komîteya Duma'yê li hev hatin û hikumeta demborî ava kirin.