Pîramîda Keops an jî pîramîda mezin, pîramîda herî mezin e ku ji aliyê xelkê misira kevnare ve hatiye çêkirin. Di heman katî de jî di navbera heft nuwazeyên cîhanê de avahiya herî kevnar e . Ew nêzîkî QahîreyaMisirê ye. Di dema avakirinê de bilindayiya wê 146,5 m bû. Heta maweyeke 3.800 salî ve ew avahiya herî bilind a cîhanê bû. Pîramîda Keops ji bo fîrewnê misirî yê bi navê Khufu ve hatiye çêkirin. Hin çavkanî jî ji bo çêkêrê Pîramîda Keopsê, wezîrê Khufuyê yê bi navê Hemiunu nîşan didin. Wiha tê ramankirin ku avakirina wê 20 sal dom kiriye û beriya zayînê di dora sala 2551 de çêkirana wê qediyaye.
Di wexta avakirina pîramîdê de, rûxarê der ê pîramîde bi lewheyên kevir hatibûn hefidandin. Belam niha ev hefidandin nemaye. Bilindayiya Keopsê ya orjînal 146,5 m bû. Lê belê sal bi sal bi maşînê bilindayiya wê 138,75 m bûye. Pîramîda Keops, pîramîdeke çargoşe ye û dirêjiya her rûqetekê wê 230,37 m ye. Li gorî hesibandinên ku hatine çêkirin, giraniya wê 5,9 milyon ton e û qewareya wê jî 2.500.000 m3 e. Pîramîd ji 2.300.000 berdekîç ve pêk hatiye.
Pîramîd li gor zanyaran, ji aliyê koledaran ve nehatiye çêkirin. Ew bi peretî ji aliyê karkeran ve hatiye çêkirin. (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.