Qehwe
Qehwe, kafê yan kofî (bi inglîzî: coffee; bi farisî û erebî: قهوة) navekê giştî ji bo nivşekê malbateka daran e ku dibêjinê rûnas. Fêkiyê wan daran jî her bi vî navî tê binavkirin.
Kurdên YKSSê, bêjeya kofî û li hin deverên Kurdistanê kafê bikartînin. Lê ji ber assîmîlasyon û bandora zimanên serdestên Kurdistanê, bêjeya qehwe bêhtir tê zanîn.
Tiraş anko dara qehweyê bi qasî 4 heta 6 metiran (12-20 pêyan) dirêj dibe û kulîlkên spî yên gelek bêhnxweş dide ku tenê çend rojekan dimînin. Fêkiyê dara qehweyê ku wekî helalokan şirîn e wîşî-wîşî şîn dibe û du dendik têda hene. Du cureyên berniyasên qehweyê hene: Qehweya Erebî (Coffea arabica) Qehweya Lîberyayî (Coffea liberica).
Jîngeha Qehweyê[biguherîne]
Dara qehweyê gelek baş li gizirtên Cava û Somatrayê, li Nîvgizirta Erebistanê, Hindistanê, Efrîkayê û parzemîna Emrîkaya Başûr şîn dibin.
Dendik an hema yekser li zeviyê yan jî li meştelekê tên çandin. Du şêwazên dirûnê hene. Yek ji wan çinîna bi dest e û ya din jî hejandina daran û vewerandina qehweyê ye.