Quran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Qur'ana Pîroz ya Misilmanan

Quran an jî Qur'an ‎(bi erebî: القرآن‎‎), pirtûka pîroz a dînê Îslamê ye[1].

Li gorê dînê Îslamê çar pirtukên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin.

Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wahîy ve ji Mihemed re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leylet el-qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Pirtûkên pîroz ên berê Quranê[biguherîne]

Bergê Quranê

Pirtûka yekê ku li gorî bawermendan ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê Tewrat e. Xwedê ew bo Mûsa rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Dawid, texmînen, berî Mîladê, qernê (sedsalê) 10'an de jiyaye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre "Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.

Încîl jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Pistî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Mihemed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar pirtûkên Xwedê re "pirtûkên Îlahî)" (pirtûkên Xwedayî, tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kîtabên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor misilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.

Çêbûna Qur'anê[biguherîne]

Al Fâtiha
Quranekî berê

Li gorî ola Îslamê , pirtûka Qurana pîroz ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Pêxember Mihemed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di şeva "Leylet-el Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir .

Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Mihemed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.

Hersal di meha Remezanê de, Mihemed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qurana ku ji Cebraîl re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Qîza Mihemed, Fatime, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Qîza min, her sal Cebraîl carekê Quran dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre jî: "Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Quran da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Piştî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di şerrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafiz şehîd bûn. Ev yeka Omer tirsand. Wî mûracatî Ebûbekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn.

Piştî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.

Qur‘an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:

Sûre: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Quran ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 104 sûre ango qisim yên Quranê hene.

Ayet: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê.

Hijmara ayetan, li gor Zemahserî 6,236. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde (tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam (helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.

Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.

Mucîzeyên Quranê[biguherîne]

Mucîzeyên Quranê ên Zanist û Matematîkê[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Mucîzeyên Quranê

Quran bi serê xwe mucîzekî giran e. Ji ber ku Mihemed pêxember mirovekî sêwî bû û xwendevan nebû ku ew bikaribe Quranê ji ber xwe binvise.

Ji ber ku Quran tiştê ku di sedsala 20 û 21´de bi zanista naha ve hatine zanîn di Quranê 1400 sal berê nîşan dabû.

Mirov dikare bi kurtasî van mucîzeyan waha berbi hev bîne:

  • Mucîzeya firehbûna gerdûnê
  • Mucîzeya giloverbûna dinyayê
  • Mucîzeya Tebeqeyên dinyayê
  • Mucîzeya nelinavhevketbûna avê
  • Mucîzeya rugehê
  • Mucîzeya atmosferê
  • Mucîzeya şiqitandina çîyayan
  • Mucîzeyên peyva (yên matematîkî)

Qur'ana bi Kurdî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Qurana kurdî

Qur'an bi erebî hatiye nivîsandin,

Qur'anê, berê Mamoste Hejar zivirand zimanê Kurdî piştê wî ji aliyê Husein Muhammed ve hate wergerandin. Li tirkîye ji di sala 1997an de ji alîye Abdullah M. Varlı ve ziviri zimane kurdi. Wegereke din di malpera al-shia.com de heye. Qur'an ji aliyê Mele Muhemmed Şirîn ve hatiye wergerandin. Bi navê Tefsîra Şirîn.

Sûre[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Sûre

Di Qur'an de 114 ferker (sûre) heye.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]