Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
United States of America | |||||
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê | |||||
|
|||||
Gotina netewî: E pluribus unum (pırbune da yekbun) | |||||
Sirûda netewî: The Star-Spangled Banner
|
|||||
![]() |
|||||
Zimanên fermî | Inglîzî (de facto)
|
||||
Paytext | Washington, D.C. |
||||
Bajarê mezin | New York | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serkomar - Cîgirê serokê |
Barack Obama Joe Biden |
||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
9.826.675 km2 6,76 |
||||
Gelhe - Giştî (2010) - Berbelavî |
309.966.000 kes 31.6 kes/km2 |
||||
Serxwebûn | 4'ê tîrmehê 1776 | ||||
Dirav | Dolar (USD) | ||||
Dem | UTC-5, -10 | ||||
Nîşana înternetê | .us | ||||
Koda telefonê | +1 | ||||
![]() |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America) welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanadayê, Hawaî jî di Okyanûsa Pasîfîk de dimîne.
Naverok
[biguherîne]
Hem di kurdî û hem jî di gelek zimanên din de gelek navên vî welatî hene:
- Amerîka, Emrîka
- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
- Wîlayetên Hevgirtî yên Amerîkayê û hwd.
Dîrok[biguherîne]
Axa DYA'yê ya îro berê di bin destê Amerîkiyên resen de bû(ji wan re tê gotin çermesor lê ev ne rast e). Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn.. Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye. Di sedsalên 16 û 17'an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî îngilîz û frans (freng, fransiz) li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir.
13 koloniyên Brîtanyayê di 4 tîrmeha 1776'an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787'an de jî DYA'yê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama Emerîkî.
Di sedsala 20'an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê cihanî yê duyem, ji aliyê leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşerî a Cîhanê.
Ol[biguherîne]
Derbarê baweriya olî xelkê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de 80,5% xiristiyan (51,3% protestanî, 23,9% katolîk û 1,7% mormon) in. 16,1% ateîst in, 1,7% cihû 0,7% budîst, 0,6% misilman û 2,1% hindû. [1]
Erdnîgarî[biguherîne]
Sînor[biguherîne]
Dirêjiya sînoran 12 034 km ye :
- 8 893 km bi Kanada re (ji vê 2 477 km bi Alaska re ye)
- 3 326 km bi Meksîk re
- 29 km bi Kuba re (sînorê Guantanamo)
Erdnîgariya fîzîkî[biguherîne]
- Çend agahî:
- Bajarê Nifûsa wî herî zêde : New York (19 mîlyon kes)
- Nuxteya herî bilind : Çiyayê McKinley li Alaska (6 194 metre)
- Nuxteya herî nizm : Badwater li Newala mirinê li Kalîforniyayê (- 86 metre)
- Çemê herî mezin : Mîsîsîpî-Mîsûrî
Çiyayên volkanîk[biguherîne]
Çiyayên volkan ên aktîf bi piranî li rojava, li Alaska û li ser gravên Hawaî dikevin:
- Çiyayê Rainier (4392 m.), Washington
- Çiyayê Shasta (4322 m.), Kalîforniya
- Çiyayê Loa (4171 m.), Hawaî
- Çiyayê Adams (3743 m.), Washington
- Çiyayê Hood (3429 m.), Oregon
- Çiya-cemed Peak (3213 m.), Washington
- Çiyayê Redoubt (3108 m.), Alaska
- Çiyayê Saint Helens (2549 m.), Washington
Çemên herî mezin û dirêj ên DYA'yê[biguherîne]
- Mîsîsîpî-Mîsûrî : 6 270 km
- Rio Mezin : 3 060 km
- Arkansas : 2 348 km
- Kolorado : 2 317 km
- Ohio : 2 102 km
- Columbia : 2 044 km
- Snake River : 1 670 km
Golên DYA'yê[biguherîne]
Rûbera Golên Mezin bi timamî 250 000 km² ye.
- Lîsteya golên herî mezin:
- Golên din ên girîng:
Bajarên herî mezin[biguherîne]
ji 4'an 3 ê nifûsa DYA'yê li Bakur-rojhilatê welêt dijîn.
- Bajarên herî mezin û jimara wan a nîştecihan[çavkanî pêwîst e]:
- New York (New York) : 24 112 176
- Los Angeles (Kalîforniya) : 18 313 809
- Şikago (Illinois) : 11 318 384
- Washington DC - Baltimore : 8 026 607
- San Fransîsko (Kalîforniya) : 7 159 693
- Fîladelfiya (Pensîlvanya) : 5 951 797
- Dallas (Teksas) : 5 931 956
- Detroit (Michigan) : 5 905 754
- Boston (Massachusetts) : 5 809 111
- Miami (Florîda) : 5 726 495
- Hûston (Teksas) : 5 280 752
- Atlanta (Georgia) : 5 034 362
50 Dewletên DYA'yê[biguherîne]
Çavkanî[biguherîne]
Girêdanên Derve[biguherîne]
Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA