John F. Kennedy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
John Fitzgerald Kennedy.png

John Fitzerald "Jack" Kennedy (bûn 29ê Gulana 1917ê - mirin 22ê Çirya Pêşîn 1963ê), serkomarê 35ê yê Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Ew li sala 1961ê bû serkomar û berî dawîkirina gerra xwe ya çar-salî ya serkomariyê hat kuştin.

Li Şerê Cîhanî yê Duyê, ew fermandarekê hêzên deryayî yên WYEyê bû, lê paşra ew li siyasetê meraqdar bû. Bi piştgiriya babê xwe, Joseph P. Kennedy Sr., wî xebata xwe ya siyasî di Partiya Demokrat ya Emrîkayê da dest pê kir.

Berî serkomariyê, ew ji sala 1947ê heta 1953ê endamê Kongeresa Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê û ji 1953ê heta 1960 endamê Senata Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Ew di hilbijartinên serkomariyê da bi ser bebijarê Partiya Komarî ya Emrîkayê da, Richard Niksonî, ko wî çaxî cîgirê serkomarî bû, serkevt. Ew piştî Theodore Rooseveltî ciwantirîn serkomarê WYE bû (wî çaxî temenê wî 43 sal bû). Ew serkomarê herî pêşîn yê wî welatî bû ko li sedsala 20ê hat bû dinyayê. Ew serkomarê yekane yê katolîk yê WYE ye. Ji serkomarên Emrîkayê tenê wî Politzer Xelat wergirtiye.

Bûyerên giring yê heyama srkomarî ya wî ev bûn: Êrîşa Kendava Berazan, Tengasiya Mûşekên Kûbayê, nijinîna dîwarê Berlîne, Pêşbirkêya Fezayê, Bizava Mafên Emrîkiyên Efrîkî û destpêka amadekariyên jibo Şerê Viyetnamê.

Di bûyereka hêşta bi tivavî eşkira nebûyî da, ew li roja 22ê Çirya Pêşîn ya sala 1963ê li Dallasa Teksasê hat kuştin. Kesê ko wekî tawanbar hat niyasandin Lee Harvey Oswald bû. Lê tenê 2 rojan piştî kuştina Can Kennedy, kesekê bi navê Jack Ruby, berî ko tawanbarê serekî bihêt dadkirin, Oswald jî kuşt. Kes heta evro jî nizanit Oswaldî çima serkomar kuşt.

Can F. Kennedy heta niha jî yek ji kesatiuên herî hezkirî li Emrîkayê ye.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)