Charles Spencer Chaplin (z. 16'ê avrêlê, 1889 – m. 25'ê berfanbarê, 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê ye. Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li Hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.
Razên pîşeya Chaplîn ew bûn ku gavên xwe ji hev vedikirin û dimeşiya, dikaribû hestên xwe bi rûyê xwe nîşan bide û laşê xwe bi hosteyî bi kar bîne. Dema ku Chaplîn bi Fred Karno re dixebitî, ev fêr bûn.
Piştî fîlmê xwe yê pêşî yê bi navê Making A Livingê (Daborandin, 1914) ku Henry Lehrmanî derhênerî kiribû û bi Nobel Normandî re lîstibû, di fîlmê bi navê Kid Auto Races at Venice (Li Venedîkê Pêşbaziya Otomobîlan, 1914) de ew cilên ku ew navdar kir li ber xwe kirin. Tê gotin ku Chaplîn berê ev cil nesêwirandine; li Keystonê cilên lîstikvanên din li ber xwe kirine. Şalê fireh yê Fatthy Arbuckleyî ye, çakêtê teng yê Charles Avery ye, şewqeya melon yê xezûrê Arbuckleyî ye (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
Xuyakirina Erdê ji Heyvê. Ev wêne di 24'ê berfanbara 1968'an de ji aliyê astronotê Apollo 8'ê ve hatiye kişandin. Ji bîr nekin ku ev fenomen ji sedema tevgera Heyvê, tenê ji aliyê çavdêrên li ser Heyvê ve tê dîtin.
Wêneçêker: Bill Anders