Destpêk
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
|
Gotara hefteyê |
Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (z. 1887 Kela Çariyê - m. 30'ê pûşperê, 1930 Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû.
Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta navendiya Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû.
Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880'an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. (dûmahîk…)
|
Zaravayên kurdî |
|
|
Danasîn |
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin. |
Di dîrokê de îro… |
Bûyer
Jidayîkbûn
Mirin
|
Wêneyê hefteyê |
Nîgarkirina makîneya destşiştinê. Ev yek ji îcatên navdar ên zanyarê kurd Ebûlizê Cizîrî ye ku ji pirtûka wî ya bi navê Li ser zanîna hîleyên endezyaranî hatiye wergirtin.
Wênesaz: Ebûlizê Cizîrî
|
|
|
|
Rêveberî — Dîwan — Kurdîgeh
|